'Di Tebaxê de 4 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan'
'Di Tebaxê de 4 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan'
'Di Tebaxê de 4 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan'
Platforma Dengê Girtiyan û Nemiran, binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan di meha Tebaxê de rû dan aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şoreşgerên duh dihatin darvekirin, îro ji ber nayên dermankirin yek bi darbetên wan ji zîndanan derdikevin."
Platforma Dengê Girtiyan û Nemiran, rapora li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan di meha Tebaxê de rû dan aşkera kir.
Platformê salvegera 34. a darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê bibîr xist û got, "Şoreşgerên duh dihatin darvekirin, îro ji ber nayên dermankirin yek bi darbetên wan ji zîndanan derdikevin."
Li gorî rapora ku ji nameyên girtiyan û nûçeyên di çapemeniyê de hat amadekirin, di meha dawî de 4 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Girtiyê ji doza PKK'ê Yaşar Dere di 1'ê Îlonê de li Girtîgeha Şakranê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Girtiyên nexweş Hasan Degîrmencî li Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê di dema birina nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê Bora Sari, hat îdîakirin ku li koxûşê xwe bi darve kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Nîhat Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hat kuştin, derket holê ku beriya bê kuştin bi rêya faksê tundiya li wî dihat kirin ji malbata re vegotiye.
Di raporê de hat diyarkirin ku astengiyên li pêşiya tedawîkirina girtiyên nexweş dewam dike û bal hat kişandin ser pêkanînên kêfî yên li girtîgehan. Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa T ya Tekîrdagê, 8 PKK'yî di 10'ê Îlonê de li dijî pêkanînên kêfî dest bi greva birçîbûnê kirine.
Di raporê de hat gotin ku bi sedemên cuda şîdeta fîzîkî ya li hemberî girtiyan zêde bûne.