Di şeş mehên destpêkê yên salê de herî kêm 878 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di şeş mehên destpêkê yên sala 2024'an de herî kêm 878 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Meclisa Ewlehiya Tenduristiyê û Kar a Karkeran (ÎSÎG) rapora têkildarî cînayetên kar a 6 mehên sala 2024’an belav kir. Li gorî raporê di şeş mehên ewil ên salê de herî kêm 878 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de hat gotin; di meha çile de 161 karker, di meha sibatê de 149 karker, di meha adarê de 124 karker, di meha nîsanê de 165 karker, di meha gulanê de 142 karker û herî dawî jî di meha hezîranê de jî 137 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.