Di serdana KCD û DBP’ê ya Mêrsînê de daxwaza têkoşîna li dijî tecrîdê

Li Mêrsînê civîn û serdanên KCD û DBP’ê didome. Di civînan de gelek kesan xwestin ku li dijî tecrîda Îmraliyê bila çalakiyên xurt were kirin.

Heyeta ku Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir jî di nav de li Mêrsînê bi şîara ‘Em li dijî faşîzmê xwe rêxistin bikin’ hevdîtin û civîn dabûn destpêkirin. Parlementerên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Mûazzez Orhan jî tevlî nav heyetê bûn.

Heyet îro li Taxa Çîlekê ya Akdenîzê li nûnertiya HDP’ê bi gel re civiya.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di civînê de diyar kir ku heyeta wan 4 meh in di vî warî de xebatan dimeşînin û got: “Kurd di pêvajoyeke dîrokî derbas dibin, bi têkoşîna xwe dahatûya xwe ya 100 salan diyar dikin.”

Ozturk qala pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê kir û got:“Gel di pîrozbahiyan de got ‘Rêzdar Ocalan îradeya me ye, em tecrîdê qebûl nakin. Em li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser rêzdar Ocalan in.’ Li girtîgehan jî grevên birçîbûnê didome, ji bo rakirina tecrdê girtî ketine greva birçîbûnê. Divê em vî barî ji hevalên xwe re nehêlin.”

Ozturk diyar kir ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hesabê dewlet û desthilatdaran xera kiriye û got: “Bi têkoşînê re Kurdan xwe nas kirin. Ev jî bi saya têkoşîn û van nirxan e ku Ocalan ew ava kiriye. Di şexsê Ocalan de tecrîd li hemû gel tê kirin.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku desthilatdarî 100 sal in li ser Kurdan şerê taybet dike û got: “Desthilatdarî êrîşî gorên me dike, êrîşî jin û ciwan û civakê dike. Li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd hene, divê statuya gelê Kurd hebe. Me berdêlên mezin da û em ê bidin. Her roj qirkirineke siyasî tê kirin lê dîsa jî wê desthilatdarî negihêje armanca xwe.”

Di civînê de gel jî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehan hatiye destpêkirin û xwest li dijî tecrîdê bila çalakiyên xurt were kirin. Gel qala pirsgirêkên ji ber krîza aborî kir û xwest bila kooperatîf werin avakirin.

Heyet piştî civîna bi gel re diçe serdana malbatan.