Di salvegera 100. de li Brukselê meşa protestokirina Qirkirina Ermeniyan
Qirkirina Ermeniyan wê di salvegera 100. de li paytexta Belçîka Brukselê bi awayekî girseyî were protestokirin.
Qirkirina Ermeniyan wê di salvegera 100. de li paytexta Belçîka Brukselê bi awayekî girseyî were protestokirin.
Qirkirina Ermeniyan wê di salvegera 100. de li paytexta Belçîka Brukselê bi awayekî girseyî were protestokirin.
Atolyeya Rojê, ATÎK (Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê), Navenda Çanda Kurd a Brukselê, Kolektîfa Koçberan a Belçîkayê, Komîteya Sedsalê ya Qirkirina Ermeniyan-Belçîka, Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê, Federasyona Asûriyên li Belçîkayê, Federasyona Komeleyên Kurd li Belçîkayê, Yekîtiya Elewiyên li Belçîkayê, Înfo-Weqfa Tirk, Estîtuya Asûriyan li Belçîkayê, Estîtuya Kurd li Brukselê, Komeleya Êzidiyan, Mala Gel a Brukselê, ji bo meşa roja 24'ê Nîsanê saet di 14:00 a ji Gare Centrale heta Meydana Luxembûrg a Brukselê, banga tevlîbûnê kirin.
Der barê meşa bi dirûşma "Înkara 100 salî bes e, em dewleta Tirk a qirkirinê mehkûm bikin' tê lidarxistin de bang hat kirin.
Di daxuyaniya li se mijarê hat dayîn de hat bibîrxistin ku di 24'ê Nîsana 1915'an de Împaratoriya Osmanî rewşenbîr û kesayetên Ermenî yên li Stenbolê girtî ye û hat gotin, "Vê operasyonê rê li ber polîtîkayên rêk û pêk ên sirgûnkirina Ermenî, Asûrî, Aramî, Keldanî, Yewnan, Yahûdî, Pontûsî û Êzidiyan vekiriye." Hat destnîşankirin ku bi vê polîtîkayê re hemû gelên ne Misilman ên beriya hatina Tirkan li Anatoliyê bûn, bi temamî ji holê bên rakirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di salvegera 100. a Qirkirina Ermeniyan de jî dewleta Tirk hînê polîtîkaya înkarê dimeşîne û hat ragihandin ku dewleta Tirk ji bo ser çalakiyên bîranînê bigire, hemû derfetên xwe yên aborî û dîplomatîk bikar tîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku çalakiya bîranînê ya li Çanakkaleyê di 24'ê Nîsanê de tê organîzekirin û bi hevkariya rayedarên Belçîkî û Tirk re diyarîkirina Festîvala Europalia ji bo Tirkiyeyê mînakên vê yên berçav in û hat destnîşankirin ku di bin sîwanê partiyên siyasî yên Belçîkî de siyasetmedarên înkarê yên Tirkiyeyî bi xurtî cih digirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komeleyên me yên ji Elewî, Ermenî, Asûrî, Aramî, Keldanî, Suryanî, Yewnan-Pontûs, Yahûdî, Kurd, Tirk û Êzidî bi kurtasî ji hemû gelên rastî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk hatine pêk tên, wê mirovên di qirkirina 2915'an de jiyana xwe ji dest dane, bibîr bînin" û bang li tevahiya welatên Yekîtiya Ewropayê hat kirin, ku Qirkirina Ermeniyan nas bikin.