Di sala 2019’an de hejmara girtiyan ji sedî 10 zêde bû

Li gorî daneyên 31’ê Kanûna 2019’an 291 hezar û 546 kes girtî ne. Li gorî sala 2018’an ev rêje ji sedî 10,1 zêde bûye.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên derbarê Saziya Înfaza Cezayê ya sala 2019’an weşand.

Li gorî daneyên TUÎK’ê di 31’ê Kanûna 2019’an de 291 hezar û 546 kes girtî ne. Li gorî sala 2018’an ev rêje ji sedî 10,1 zêde bûye.

Ev dane her sal di 31’ê Kanûnê de tên diyarkirin. Li gorî daneyan li Tirkiyeyê ji nav 100 hezar kesan, di sala 2010’an de 163, di sala 2018’an de 323 û di sala 2019’an jî bûye 351 kes girtî ne.

Li gorî daneyan di sala 2019’an de ji her 100 hezar kesên ser 12 salî 430 kes jê ketine girtîgehê.