Di rûniştina doza KCK'ê de bîranîna Denîzan
Di rûniştina doza KCK'ê de bîranîna Denîzan
Di rûniştina doza KCK'ê de bîranîna Denîzan
58'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Sereke ya Amedê ku 89 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di runiştinê de Cîgirê Serokê Giştî yê DTP'a hat girtin Kamuran Yuksek, diyar kir ku ew di roja ku Denîz û hevalên wî hatin darvekirin de tên darizandin û wiha got: "Darizandina me ya îro pir bi wate ye. Denîzan li ber sêdarê got 'Bijî biratiya gelê kurd û tirk' niha Birêz Ocalan jî bi vê pêvajoyê berdewama têkoşîna wan didomîne. Em bang li hemû kesên ku li hemberî vê pêvajoyê bi hestyar dikin ku têkoşîna xwe ya ji bo biratiya gelê kurd û tirk xurt bikin dikin.
58'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Sereke ya Amedê ku 98 jê girtî 175 siyasetmedar tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak jî di navde 81 girtî û 12 kesên ku Fırat Anli jî dinavde serbest tên darizandin amade bûn. Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Hatîp Dicle ku peyvira wî ji destê wî hat girtin û 19 kesên din jî ji ber ku rapor girtin tev li dozê nebûn. Rûniştinê pişti xwendina nasnameyan bi axaftina Cîgirê Hevserokê Giştî yê DTP'ê Kamuran Yuksek, dest pê kir. Yuksek, li ser navê hemû girtiyan axaftinek kin kir û diyar kir ku rûniştina wan a îro rastî 6'ê Gulanê salvegera darvekirina Denîzan hatiye û wiha got: "6'ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê birînek reş e. Belkî me Denîz ji darvekirinê rizgar nekir, lê em dê fikr û ramanê wan biparêzin û rizgar bikin. Denîzan li sêdarê gotin 'Bijî biratiya gelê kurd û tirk Birêz Ocalan jî bi vê pêvajoya ku ji nûve daye destpêkirin li doza wan xwedî derdikevin û dixwaze her kes li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Dema Yuksel parastin dikir dadger xwest mudaxale bike, lê Yuksel disa axaftina xwe berdewam kir.
Piştî Yuksel Serokê Baroya Amedê yê berê Prz. Mehmet Emîn Aktar, parastina Umit Aydin kir û diyar kir ku li gel nexweşê giran e û lazim e serbest bê berdan sirgûn bûye û nayê berdan. Aktar xwet muwekilê wî Aydin bi lezgîn serbest bê berdan û li Zanîngeha Dîcleyê bê dermankirin.
Rûniştina dozê dê piştî nîvro berdewam bike.