Di roja dawî a salê de berxwedêrên Gezî nehat ji bîr kirin

Di roja dawî a salê de berxwedêrên Gezî nehat ji bîr kirin

Yên ku di dema tekoşîna Gezî de di encama tûndiya polîsan de jiyana xwe ji dest dayîn li Meydana Taksîmê bi firandina findên daxwazan hatin bibîr anîn.

Gelek kes bi armanca bîranîna kesên ku di dema tekoşîna Gezî de jiyana xwe ji dest dayîn li Meydana Taksîmê bi qêrkirina dirûşmeyên “Hemû cih Taksîm hemû cih tekoşîne”, “Şehîdên şoreşê bê mirinin”, “Dewleta kujer wê hesab bide” û “Şiyar be Bertîn Taksîm li gel teye” civiyan. Welatiyên ku dovîzên weke “sala 2013’an bû sala diziyên zarokên we û ji bo zarokên me jî bû sala mirinê” ku hilgirtin piştre findên daxwazan yên ku li gel xwe anîbûn pêxistin û firandine rûyê esîman. Çalekiya ku têde meşale hatin pêxistin navê kesên ku di dema tekoşîna Gezî de jiyana xwe ji dest dayîn hatin gotin û bi bersiva “Dijîn” hat dayîn. Çalekiya bîranînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.