Di rêya Reqayê de gundek hate rizgarkirin

Gundê El-Nesar yê ku dikeve bakurê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li bakur rojhilatê Reqayê pêşde diçin. Li gundê El-Nnsar ji duh ve di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şer diqewime. Piştî şerê diwar gund ji aliyê şervanan ve hate rizgarkirin.

Çeteyan xwestin bi wesyiteke bombebarkirî êrîşî çeperên şervanan bikin, lê şervanan wesayît ji dûr ve ferqkirin û rûxandin.

Hat diyarkirin ku di pevçûnan de gelek çete hatine kuştin û rêjeke çek û cebilxaneyên çeteyan ket destê şervanan. Lê di derbarê hejmara kuştiyên çeteyan û çekên hatine desteserkirin de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.