Di rêya çareseriyê de Kurd cangoriyên xwe bibîr tîne!
Di rêya çareseriyê de Kurd cangoriyên xwe bibîr tîne!
Di rêya çareseriyê de Kurd cangoriyên xwe bibîr tîne!
Di demeke ku rojeva Tirkiyê qulipî ser "pakêta demokratîkbûyînê" ya Erdogan de, Kurd cangoriyên xwe yên azadiyê bibîr tînin. Li gorî hina rojevek ji hev dûre, lê li gorî Kurdan, bingeha rêya çareseriya demokratîk, encama têkoşîna cangoriyên weke Rustem Cûdî, Çîçek Botan, Elîşêr Koçgirî û bi dehan hevalên wan ku têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan. Lewra pêngava gerîla ya ku sala 2011'an destpê kiribû û di sala 2012 gihişte pêngava şoreşgerî, bersivdayîna êrîşa balafirên şer a artêşa Tirk bû, ku di encamê de Rustem Cûdî, Çîçek Botan, Elîşêr û 11 hevalên wan jiyana xwe ji dest dabûn.
Dîsa ku em vegerin ser pakêta Erdogan. Em li ser çareseriyê çi bêjin, çi nîqaş bikin, ked û nirxa wan hene. Lê heman demê de em wê rastiyê jî ji berçav nakin. Kî li ku sekinî be nirxandinê wî wê derê temsîl dike. Lewra, li gel alîkariya gelek nîqaşan a ji bo çareseriya demokratîk jî, gelek ji wan nîqaşan ji rastiya çareserî û pêşketina demokratîk dûr e. Ew kesên tenê bilûrvaniya Erdogan û hikûmeta AKP'ê dikin, ne alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê ne. Ew kes, deshilatdar û berjewendiyên wan li ku bin, ew jî li wir in. Ti kes ti rêz û hurmetê nîşanî van kesan nadin.
Emê rojeva xwe bi nirxandina van kesa danegirin. Emê li ser gelo ka Kurd çi dixwazin? Çima ewqas hêrsa Kurdan li dijî wê pakêtê çêbû. Lewra sazî û dezgehên Kurdan heman piştî daxuyaniya Erdogan hin daxuyanî dan û di warê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de pakêta Erdogan weke pakêteke vala pênase kirin. Heman derdorên Kurd ne tenê kêm di heman demê de pakêt weke pakêta îlana şer bi nav kirin.
Li ser navê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser pakêta Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan aşkerakirî de daxuyanî hat dayîn û hat gotin, "Pakêtê nîşan da ku AKP ne çareserî, bêçareserî weke polîtîkayekê pejirandiye. Hatiye fêmkirin ku bi vê pakêtê re dixwaze mijûl bike û hilbijartineke din qezenç bike." KCK'ê diyar kir ku di rewşa heyî de, pêvajoyek li holê nemaye û destnîşan kir ku ya heta niha hatiye kirin, dewama polîtîkaya mijûlkirinê bi 'ya xwe kirinê' ye. KCK'ê ragihand ku ewê di hefteya pêş de bi deklarasyonekê bersivê bide polîtîka û pakêta AKP'ê.
'EGER TÊKOŞÎN NEBÛYA, DÊ BUXIŞKEK JÎ JI KURDAN RE NEHATA DAYÎN'
Erê daxuyaniya KCK'ê wisa ye û di rojên pêşiya me de wê KCK bi deklarasyonekê bersivê bide polîtîkayên AKP'ê. Nirxandina saziyên din ên Kurdan jî di heman çarçoveyê de ye.
Niha emê hinek binê ser hêrsbûna Kurdan li dijî pakêta AKP'ê. Çima li Tirkiyê herkes li ser pakêtê nîqaşan dike, lê Kurd Şehîdên Xakurkê bibîr tînin. Em dizanin, eger têkoşîn û berdêl nehatibûya dayîn, mîna ku Serokwezîra Tirk a ku jêrê dihat gotin sîxura Emerîkayê ye Tansû Çîler digot ‘em buxişkekê nadin’ kesî ti tişt nedida Kurdan.
Rastiya lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd di wan cangoriyên azadiyê de veşartî ye. Ji ber vê rastiyê Kurd her tim pêşeroja xwe li ser nirxên ku hene ava dike. Lewra dema li rêyên çaraserî tên gerîn, Kurd wa nirxên xwe li ber çavan digrin.
Ev demeke li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoyek hatiye destpêkirin. Ev pêvajo li ser keda kesên ku di pêngava gerîla a şoreşgerî de a sala 2012 cih girtin û jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Dema amadekarî ji pêngava şoreşgerî re dihat kirin, Endamên Navenda PKK'ê Rustem Cûdî û Çîçek Botan, Endamê Konseya Leşkerî Elîşêr Koçgirî û yazdeh hevalên wan, bûn hedefa êrîşa topên balafirên dewleta Tirk. Pêngava şoreşgerî ya gerîla, ku li ser esasê tolhildana Şehîdên Xakûrkê di 2011’ande destpêkiribû, di asla 2012 veguherî pêngava gerîla ya şoreşgerî.
Nîqaş, muzakere û rêyên çareseriya demokratîk ên îro di rojevê de ne, hemû encamên têkoşîn û berdêlên hatine dayîn in. Ji ber vê rastiyê dema pirsgirêka Kurd bê nirxandin û li rêyên çareseriyê bên gerîn pêwîste ew nirx hertim li ber çavan bên girtin. Lewra ti plansazî û pakêt eger bersivê nedin wan nirxên ku li ser esasê azadî û rûmeta gelê Kurd hatine avakirin, tu şansê wê yê serketinê nîne.
Bi kurt û kurmancî, pakêta Serokvezîrê Tirk Erdogan ku saetekê bi axaftinên vala aşkera kir, ti nirx û rûmeta gelê Kurd li ber çavan negirtiye. Heta li ser pirsa “kesên ku tevlî şer nebûna” bersiva Erdogan “me di pakêtên berê de rêya hatina mal vekirine.” da. Ew rêya ku Erdogan behs dike tiştên ku li ser zarokên Kurt xiyanet û poşmaniyê ferz dike heye.
Lewra wekî KCK ji diyar kiriye, hin Erdogan li pey fen û feteya, li pey qezençkirina demê li rê û rêbazên tesfîye kirinê yên nû digere. Lewra em dizanin li pey şer û komkujiyên Rojava, Tirkiye û hûkûmeta AKP heye. Her çiqas politika wan a Rojava bi hin aliyan têk çûbe jî, hînê Erdogan dixwaze bi silametî bikeve hilbijartinê. Û bi serkeftina hilbijartineke nû, dîsa êrîşê bibe ser Kurdan.
Hînê hesabê 18 hezar însanên Kurd ên ku bê sûç û sedem hatine qetilkirin ne hatî dayîn, hîn li 4 hazar gundê Kurda kurd di xwûnîn. Hîn katile Enîs, Ceylan, Ûxir li derve ne û hîn birîna Roboskî ne cebiriye.
Ji ber vê rastiyê bila kes bi nirxên Kurdan neleyîzê û hesasiyetiyên wan, li derveyî hesab nehêle. Lewra ew cangoriyê têkoşîna azadîyê ji bo jiyanek bi rûmet canê xwedan. Jiyaneke ku di serî de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û gelê Kurd û rûmeta wî têne nebe, wê Kurd ti carî qebûl nekin.
Tiştên din hemû girêdayî wê rastiya azadî û rûmetê ne. Gelekî ku rêz ji azadî û rûmeta wî re neyê nîşandan, tiştên din ti wateya xwe nîne.