Di rapirsîna plana suîkastê ya dijî Macron de kesek destgîr kirin
Beriya bi du salan li Fransayê li ser îdîaya suîkasta li Serokkomarê Macron duh kesekî lênerîna nexweşan ku malnişîn bûyî hate destgîrkirin.
Beriya bi du salan li Fransayê li ser îdîaya suîkasta li Serokkomarê Macron duh kesekî lênerîna nexweşan ku malnişîn bûyî hate destgîrkirin.
Bi îdîaya ku Îlona 2010'an li dijî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron plansaziya suîkastê kirine hin kes hatibûn destgîrkrin, di lêpirsînê navê 11 kesan derbas dibû.
Diyar bû ji van kesan kesê ku dawî hatî destgîkirin kesekî ji lênerîna nexweşiyan malnişîn bûye û ev kes endamê komeke rastgir e.
Her çendî hatibe îdîakirin endamên koma bi navê ''Barjols' li dijî Macron plansaziya darbeyê kirine jî, di lêpirsînê de hê pêşketineke cidî çênebûye.
Tê gotin lênerê nexweşan ê bi navê Delphîne T bi fermana dadgerê rapirsînê hatiye destgîrkirin û tê texmînkirin ku ev kes yek ji arestekarê komê ye.
Dîrektoriya Giştî ya Ewlehiya Navxwe ya Fransayê (DGSI) nexasim van heftiyên dawî rastgirên radîkal dişopînin, fikar hene ku ji ber komkujiyên Îslamiyên radîkal tevbigerin.