Di qezayên kar ên li Erzirom û Bedlîsê de 3 karker birîndar bûn

Di qezayên kar ên li Erzirom û Bedlîsê de 3 karker birîndar bûn

Li Erzirom û Bedlîsê ji ber tedbîr nehatine girtin 3 karker birîndar bûn. Rewşa karkerê ku li Erziromê ji gaza metanê bi jehrî ket giran e.

Li navçeya Pasînler a Erziromê 2 karkerên di Îdareya Av û Kanalîzasyonê de dixebitin û personelekî îtfaiyeyê di boriya kanalîzasyonê ya 15 metre kûr ji ber gaza metanê bi jehrî ketin.

Kesên bi jehrî ketine sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.

Li Bedlîsê jî di karê binesaziyekê de ku ji aliyê şîrketeke taybet ve tê meşandin hezaz çêbû.

Karkerê 49 salî Mehmet Ateş ê din axê de ma piştî xebateke 2 saetan bi birîndarî  hat rizgarkirin. Hat ragihandin ku Ateş ê 4 metreyan di bin axê de ma serê xwe kiriye boriya di bin erdê de hatiye bicihkirin û bi vî awayî sax maye.