Di qezaya balafirê de kesek mir, 157 kes birîndar bûn

Balafira Boeîng 737 a ku ji Îzmîrê dihat Stenbolê, li Balafirgeha Sabîha Gokçenê di dema danînê de qeza kir û kesekî jiyana xwe ji dest da 157 kes jî birîndar bûn.

Balafira Boeîng 737 a ku ji Îzmîrê dihat Stenbolê, li Balafirgeha Sabîha Gokçenê di dema danînê de qeza kir û kesekî jiyana xwe ji dest da 157 kes jî birîndar bûn.

Tevî personelê tê de 177 kes di balafirê de bûn û ji Îzmîrê dihat Stenbolê. Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya îdîa kir ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê balafir ji pîstê derketiye. Tê gotin ku heta niha 157 kes rakirin nexweşxaneyê.

Nûçegihanê AFP'ê ragihand ku balafir piştî ji pîstê derket ji du cihan parçe bû.

Destpêkê beşa kabîna pîlot parçe bû û piştre jî beşa dawî ya balafirê parçe bû.

Tê gotin ku balafir piştî ji pîstê şemitî ji bilindahiya bi 30-40 metreyî kete xwarê.

Medya Tirk ragihand ku di balafirê de gelek biyanî hebûn. Lê belê agahî nehate parvekirin ku ew biyanî ji kîjan welatî ne.

BIRÎNDAR BI OTOBUSAN RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Li aliyê din, mexdûrên qezayê piştî qezayê di medya civakî de dîmen parve kirin û ragihandin ku birîndar bi otobusan rakirine nexweşxaneyê û zêdeyî saetekê hatine rawestandin.