Di protestoya HDP'yiyan de 14 kes hatin binçavkirin
Di protestoya HDP'yiyan de 14 kes hatin binçavkirin
Di protestoya HDP'yiyan de 14 kes hatin binçavkirin
HDP'yiyên xwestin li Meydana Galatasaray a Taksîmê birîna darana a li ODTU'yê şermezar bikin, rastî êrîşa polîsan hatin. Bûyerên ku li tarlabaşiyê destpê kir bi êrîşa ava şid a ji TOMA'yan mezin bûn. Di bûyeran de welatiyê bi navê Serhat Işik ê ji Elmanyayê hat bi giranî birîndar bû, 14 kes jî hatin binçavkirin.
Girseya gel a bi pankarta bi nivîsa "Li ber xwe bide ODTU Taksîm li gel te ye" xwest ji nû ve bikeve meydanê, vê carê li êrîşa gaza îsotê ya polîsan rast hat. Endamên HDP'ê da xuyakirin ku ewê serê xwe li ber faşîzmê netewînin û heta Taksîm ji meşvanan re bê vekirin, ewê têkoşîna xwe dewam bikin. Tengezariya li meydanê dewam dike.