Di pişika çalakvanan de texrîbatekî mayînde

Di pişika çalakvanan de texrîbatekî mayînde

Wezareta Navxweyî ya Tirk parast ku, gaza îsotê zirarekê nade tenduristiya mirovan, lê belê di muayeneyên ji aliyê Komeleya Toraks Turk ve hatine kirin jî, tesbît kir ku gaza îsotê ji nêz ve û li cihên girtî hatiye bikaranîn. Rayedara komeleyê dixtor Elîf Dagli got, dibe ku ev rewş bibe sedema zirarên mayînde.

Li gorî agahiyên ku Dagli dan, hate aşkera kirin ku di encama testa bêhndanûstandina çalakvanên li Parka Gezî ji sedî 41’ê wana ji 5 metreyî nêzîktir, ji sedî 21’ê wê jî li qadên girtî rastî gaza îsotê hatine. Dagli destnîşan kir ku, zêde bikaranîna gaza îsotê li dijî hevpeymana navnetewiye û her wiha balkişande ser bandorên li ser bêhndanûstandinê û nexweşiyên mayînde ên di pişikê de.