Li navçeyên Wêranşar, Pirsûs yên Rihayê, Dêrik û Qoser yên Mêrdînê, Qelqeliya Wanê û Wanê, Peyas û Êlihê, xebatkarên şaredariyê û ji bo girtinên siyasetmedarên kurd ên di bin navê operasyona KCK'ê de şermezar bikin li ber avahiyên şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê. Li Peyasê di hefteya 149''an de çalakî hate lidarxistin. Di çalakiya de komkujiya Robokiyê hate şermezarkirin.
Li navçeya Wêranşarê Çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya şaredariyê ya xizmetê hate lidarxistin. Di çalakiyê endam û rêveberên BDP'ê xebatkarên şaredariyê û gelek welatiyên din amade bûn. Nûnerê Genel Îş'ê Hikmet Burun, diyar kir ku 3 sal di ser operasyonên siyasî re derbas bûn û wiha got: "Operasyonên siyasî û leşkerî gavan bi welatiyan neda avêtin. Dê ji niha û şûnde jî nedin avêtin. Pişti çalakiyê saetekê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya Şaredariyê ya Serêkaniyê hate lidarxistin. Li vir jî endam û rêveberên BDP, Genel-Îş, BDP û gelek saziyên din amade bûn. Li vir jî komkujiya Roboskiyê hate şermezarkirin. Rêveberan diyar kirin ku dê di 28'ê Kanûnê de li Roboskiyê bin.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî bi heman armancê Çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya BDP'ê ya Dêrikê pêk hat. Li vir jî nûnerên şaredarî, BDP û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Wekîlê Şaredar Dogan Ozbahçecî operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir û xwest dewlet hesap ji kujeran bipirse.
Li navçeya Peyasê ya Amedê jî çalakiya Pencşema Reş di hefteya 149'an de endam û rêveberên Şaredariyê BDP'ê Genel-Îş û gelek saziyên din amade bûn. Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Li Qoserê jî Çalakiya Pencşema Reş bi tevlêbûna endam û rêveberên BDP'ê û endamên meclîsa şaredariyê KESK, DÝSK, KURDÎ-DER, MEYA-DER, MADAY-DER û gelek saziyên din li ber avahiya Şaredariyê çalakî pêk hat.
Li navçeya Elbakê ya Wanê jî çalakiya Penceşa Reş bi tevlêbûna endam û rêveberên BDP'ê MEYA-DER û KURDÝ-DER'ê li avahiya BDP'ê pêk hat. Rêveberê BDP'ê Nedim Ozturk, ani ziman ku heta niha li hemberî gelû kurd bi hezaran komkujî pêk hatine û kurd dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî bi heman armancê li ber avahiya Şaredariyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de girtina şaredaran hate şermezarkirin.