Di operasyonên li dijî KESK’ê de derdora 55 kes hatin giritn
Di operasyonên li dijî KESK’ê de derdora 55 kes hatin giritn
Di operasyonên li dijî KESK’ê de derdora 55 kes hatin giritn
Di operasyona bi navê 'DHKP-C'ê li 28 bajaran li hemberî nûner û saziyên KESK'ê pêk hat de li Îzmîr, Enqere, Stenbolê 23 kesên din hatin binçavkirin. Di operasyonê de bi tevahi hêjmara endamên KESK'ê hatin binçavkirin gihişt 55 kesan.
Di 19'ê Sibatê de li dijî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) û hevparên wê di bin navê DHKP-C'ê de li 28 bajaran operassyon pêk hatibû û di operasyonan de 30 endamen din yên KESK'ê ku lêpirsîna wan berdewam dikir, pişti lepirsina wan bi dawî bû, veguhestin dadgehê. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" sewqî dadgeha nobedar hat kirin. Ji 30 kesên sewqî dadgehê hatin kirin jê 21 kes serbest hatin berdan û 9 kes jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Sincanê. Kesên hatin girtin Sekreterê Rêxistinbûn û Perwerdehiyê û endamên KESK'ê Akman Şimşek, Salih Baydemir, Arzu Kolucak, Acun Karadag, Bînker Ozturk, Abidin Sırma, Mahsuni Akbal, Gurcan Kalkan û Mehmet Dogan hatin girtin.
Li Stenbolê jî 21 kesên di heman operasyonê de hatin binçavkirin jê 12 kes bi heman îdîayê hatin girtin. Kesên hatin girtin navê wan wiha ye: "Aynur Barkin, Cafer Bîn, Aşur Emîr, Alî Erdogan, Cem Coşkun, Erdal Korkmaz, Erkan Karataş, Hüseyin Kalanç, Metin Erkan Özkan, Muzaffer Halisdemir, Nurcan Kısa ve Selvi Polat. Berê jî ji 25 kesan 19 kes hatibûn girtin.
Li Îzmire jî di heman operasyonê de 13 endam û rêveberên KESK'ê hatibûn girtin û 11 kes serbest hatibûn berdan û 2 kesên bi navê Hayrî Aktaş û Alî Gun jî hatibûn girtin.