Di operasyona li dijî Çeteyê Gulsuyu de 11 kes hat binçavkirin
Di operasyona li dijî Çeteyê Gulsuyu de 11 kes hat binçavkirin
Di operasyona li dijî Çeteyê Gulsuyu de 11 kes hat binçavkirin
Çeteyê Gulsuyu bi hefteyane bûye mijara protestoyan û careke din êrîş kir, li dijî wê polîsên tirk ketin nava tevgerê. Di operasyona vê sibê li dijî çeteyan pêk hat de 11 kes hatin binçavkirin û nehat zanîn ku kî hatiye binçavkirin.
Eniya Gel Roja yekşemê li dijî Çeteya Gulsuyu ku gelek caran êrîş pêk anîn, meşeke protestoyî pêk hat û çeteyan dîsa êrîşê girseyê kir.
Di êrîşê de Hasan Ferît Gedîk (21) û Gokha Aktaş ji serê xwe birîndar bû û du kesên din jî ji zik û çengeyên xwe birîndar bûn. Gedîk û Aktaşê ji serê xwe bîrindar bûn rakiririn nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Kartalê.
Gedîkê kirin bin tedawiyê saet di 02.00’an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Gedîk dê îro rakin Saziya Tipa Edlî. TAYAD’ê bang kir ku her kes li ber saziya Tipa Edlî bên cem hev.
Her wiha li taxa Gulsuyu li dijî çeteyan nobet hat girtin. Midûriyeta Têkoşîna bi Sûcên Organîze û Kaçaxvaniyê li taxên Kartal û Maltepeyê operasyon pêk anîn û bi hinek malan de girtin.
Li kolana Guleken ku bûyer pêk hat delîl hatin berhevkirin. Li seranserê Stenbolê li navnîşanên cuda 11 kes hatin binçavkirin. Der barê nasnameya kesên hatin binçavkirin de agahî nehat dayîn.
Bi taybet ji meha Tebaxê û vir de komên çeteyan li dijî gel êrîşan pêk tînin. Heta niha gelek kes bi çekan birîndar bûn. Hikûmet jî hêj bêdengiya xwe diparêze. Ligel ku bi mehane tê protestokirin jî nehat şermezarkirin û ji bo pêşî lê bigirin, tu tedbîr nehat girtin.