Di Nobeta Aştiyê de li dijî tecrîda Îmraliyê nerazîbûn

Di Nobeta Aştiyê ya Amedê de nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Îmraliyê û êşkenceyên li girtîgehan hat dayîn û peyama "Aştiya bi rûmet ancax bi rakirina tecrîdê pêk tê" hat dayîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiya “Nobeta Aştiyê” ku her meh li hemû şaxan bi awayekî hemwext tê lidarxistin, li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê hat li dar xistin. Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Odeya Tabîban a Amedê (DTO), MEBYA-DER’ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Ji bo her kes aştî” hat vekirin de Endama Lijneya Rêveber a ÎHD'ê ya Amedê Jiyan Ormanli daxuyanî da.

Ormanli got, "Sedema herî girîng a binpêkirinên maf ên li girtîgehên Tirkiyeyê, nexwestina dewletê ya ji bo aştiya navxweyî ye. Pirsgirêka Kurd bi salan e nayê çareser kirin.  İsrara dewletê ya di polîtîkayên tund ên ewlekariyê de dibe sedem roj bi roj binpêkirin li girtîgehan zêde bibin.”

Ormanli bal kişand ku girtîgeh veguheriye navendên binpêkirina mafan û wiha got: "Divê dewlet bêyî ferq û ramanên siyasî, nasnameya etnîkî, zayendî û cudahiyên din ên girtiyên di girtîgehê de, helwesteke layiqê rûmeta mirovan nîşan bidin. Divê demildest dev ji polîtîkaya tecrîdê ya ku em weke rêbaza êşkenceyê dibînin, bê berdan.”

HETA TECRÎD RANEBE AŞTÎ PÊK NAYÊ

Ormanli wiha got, “Tecrîda demdirêj li Saziya Cezayê Giran a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ji bo îzolekirina wan ji cîhana derve, astengkirina hevdîtina ligel parêzer û malbatê û astengkirina mafê ragihandinê bi rêya telefon û nameyan, qonaxa tecrîdê nîşan dide. Yek ji şertên pêkanîna aştiyeke bi rûmet a li Tirkiyeyê, bidawîbûna tecrîdê ye.”