Di Nimêjên Înê ya Sivîl de banga alîkariya ji bo Rojava hate kirin

Di Nimêjên Înê ya Sivîl de banga alîkariya ji bo Rojava hate kirin

Li Amed, Farqîn, Bismil, Wêranşar, Sêrt, Nisêbîn, Êlih, Silopî, Qoser, Wan, Colemêrg, Milazgir, Gimgim û Turgutluyê bi hezaran welatiyan nimêjên Înê kirin. Di nimêja Înê ya Sivîl de banga alîkariyan ji Rojava re bê kirin hat kirin.

Li Amedê li Sûka bin erd ya Selahattîn Eyûbî ya li Qada Dere Çiyê, Farqînê li Mala Şînê ya Navendî, Bismilê li parqa Halîl Îbrahîm Oruç, Wêranşarê li avahiya BDP'ê ya li taxa Qişlayê, Sêrtê li qata bi ser avahiya BDP'ê ya Sêrtê, Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtanniyê, Silopiyê li qada vala ya li ber Rêxistina BDP'ê ya Silopiyê, Qoser li Mala Şînê ya Şêx Dawut Yalçinkaya, Êlihê li baxçeyê şaredariyê yê çayê, Wan li Otoparqa şaredariyê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê, Milgazgirê li avahiya BDP'ê, Gimgimê li mescîta Kargeriya Şaredariya Gimgimê, Mêrsînê li tesîsên sporê yên taxa Guneşê yên ayîdî şaredariyê û li Turgutluyê li Salona Musa Anter ya li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan di Nimêjên Înê yên Sivîl de ref girêdan.

Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz da. Melayan bal kişand ser şerê li Rojhilatan Navîn û daxwaza aştiyekî mayîne pêk bê kirin. Melayan destnîşan kir ku, kesên hatin girtin û diyar kirin ku, girtiyên siyasî bêsûcin û divê serbest bên berdan. Melayan anî ziman ku, divê hemû kes alîkariya Rojava bike û herî zêde zexîre, alavên jiyanê ji gelê Rojava re bên şandin.