Di Newroza Qamişlo de piştgiriya berxwedana Efrînê hate kirin

Di Newroza Qamişlo de ya ku bi şîara ‘Em bi giyanê Newrozê berxwedanê geştir bikin û li Efrînê serfiraziyê bi dest bixin’ hate lidarxistin, peyamên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê derketin pêş.

Di Newroza îsal de ya ku piştgiriya ji bo Berxwedana Serdemê derkete pêş li 9 bajaran hate pîrozkirin. Li Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Girkê Legê, Amûdê, Tirbesiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê Newroz hate pîrozkirin û berxwedana Efrînê mohra xwe li Newrozê xist.

Li Qamişloyê ji sibehê ve gel berê xwe da Qada Newrozê ya Himoyê. Li qadê dengên marşên bi Kurdî, Erebî, Siryanî yên ji bo Berxwedana Efrînê bilind bû. 4 dayîkên şehîdan agirê Newrozê vêxistin. Piştî vêxistina agir bi Kurdî, Erebî û Siryanî axaftin hate kirin û peyama piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê derkete pêş.

Li her çar aliyên qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên YPG/YPJ û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê hatin daliqandin.

Axaftina destpêkê bi Kurdî û Erebî hate kirin.

Piştî guhdarkirina perspektîfa Newrozê a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan,stranên li ser berxwedana Efrînê yên Koma Botan hatin guhdarîkirin. Piştî stranan Endamê Komîteya Rêvebir ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl axivî.

BERXWEDAN EW Ê BIDOME

Xelîl got ku “Berxwedana Efrînê ew ê ne bi tenê di warê leşkerî de bidome. Hemû çalakiyên li her çar parçeyan û Ewrûpayê parçeyekî vê berxwedanê ye. Ew ê di qada dîplomasî û siyasî de gav werin avêtin. Dijminên me di van rojan de dibin yek, divê em jî yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin.”

Piştî Xelîl, li ser navê gelê Siryan Nezîra Gewriya, li ser navê gelê Ereb Tariq Hemûd axivîn. Herdu axaftvanan diyar kirin ku ew ê berxwedan bidome.