Di Newroza Amedê de bi sed hezaran kes hatin ba hev

Bi sed hezaran kes tevlî Newroza 2018’an a Amedê bûn. Îsal zêdetir ciwan tevlî Newrozê bûn. Polîsan êrîşî ciwanan kir û nêzî 50 kes binçav kir.

Bi sed hezaran kes di Newroza Amedê de hatin ba hev û ligel zextên polîsan jî pîrozbahî li dar xistin.

Piştî axaftina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, koma Bandista derket ser dikê. Piştî Bandista jî Hevseroka Şaxa Odeya Plansazên Bajêr a TMMOB’ê Büşra Cizrelioğulları axivî. Cizrelioğulları diyar kir ku Sûr bûye qada rantê û got, “Em ji zû ve ye ji bo sekinandina talanê têkoşîna xwe didomînin. Li Sûrê dixwazin bîra gelan tune bikin lê ew ê gelê Kurd tu carî bîra xwe winda neke.”

TÜRK: EM JI QONAXÊN DÎROKÎ DERBAS DIBIN

Hevşaredardê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Türk jî Newroza gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Îro li ser gelê Kurd polîtîkayek qirêj tê meşandin. Li Agirî, Dersim, Helepçe gelê kurd hat qetilkirin. Lê van komkujiyan gelê Kurd ji azadiyê dûr nexist. Piştî 7'ê Hezîranê li ser gelê Kurd polîtîkaya komkujiyê xistin meriyetê. Lê ev polîtîkaya îktîdarê bi ser neket. Piştre kesên têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê dimeşîne dîl girt. Niha dixwazin gelê Efrînê ji cih û warên wan qut dikin û dixwazin mirovên din li wir bi cih bikin. Dixwazin îktidara xwe zexm bikin. Gelê Amedê Kuştina Kemal Kürküt ji bîr nekiriye. Em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Birêz Ocalan 2 sal in di bin tecrîdê de ye. Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye. Axaftina Turk bê navber bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrîne" û "Qatil Erdoğan" hat berzkirin. Pîrozbahî bi stranan bi dawî bû.

ROJNAMGER HATIN BINÇAVKIRIN

Piştî ku girse derket ser dikê, polîsan vê carê rojnameger kir hedef. Polîs bi pehînan ketin nav rojnamegeran û ew ji qadê derxistin. Nûçegihanê rojnameya Yenigünê Mehmet Uğu Çakıl û xebatkarê rojnameya Tigrisê Arif Bulut hatin binçavkirin.

Piştî ku polîsan qad provake kir, Komîteya Amadekar a Newrozê bername zûtir bi dawî kir lê girseyê demeke dirêj bi sirûdan govenda xwe domand. Piştre girseya bi sed hezaran bi marş û sloganan meşiyan.

50 KESAN ZÊDETIR HATIN BINÇAVKIRIN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya gelek kesên ketin qada Newrozê hatine binçavkirin, piştî belavbûna girseyê polîsên ku tevahiya rojê ketibûna nava hewldanên provakasyonan dest bi binçavkirinê kirine. Polîsan di nuqteyên kontrolê de dest danîn ser paçên kesk, sor û zer ên li çengên ciwanan hatî pêşan. Li ser rêya Evrîm Alataş a ku sala par Kemal Kurkut ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, polîsan gelek ciwan derb kirin û kirine binçavan.

Li aliyê din ciwanên ku li aliyê Yenihalê derbas dibûn polîsan dijûn ji bo wan kirin, li ser vê yekê alozî derket. Polîsan 10 ciwan kirin binçavan û demek dirêj rawestandin. Piştî lêgerînê ciwan kirin binçavan. Li nêzî heman cihî 16 ciwanên ku bi hinceta dirûşim qîr kirine polîsan ew jî kirin biçavan.

Li Parka Göletlî dema ku ciwanan govend digerandin wesayîtên polîsan ên zirxî hatin herêmê û polîsên cilên reş li ber û maske li ser ji wesayîtan hatin xwar. Li vir zarokeke ku sembola serkeftinê tiliyên xwe bilind kirin, derb kirin û kirin binçavan. Dîsa li vir polîsên hêzên çewîk êrîşî girseyê kir û derb kirin.

Dîsa 2 ciwanên navê wan nehatin zanîn li ber dîwarê avahiyekê ji aliyê polîsan ve li erdê hatin dirêjkirin û bi hovane derbkirin.

PROVAKASYONÊN POLÎSAN

Polîsan tevahî pîrozbahiyê ketibûn nava provakasyonan. Bi taybe Midûrê Şaxa Ewlekariyê ya Taybet ji dikê nehatina xwar, mudaxelekirina helbestên dihatin pêkirin, astengkirina rojnamevanan bal kişand.

Polîsan tim dijûn û heqaret li mirovan kirin. Li hemû deriyên dika pîrozbahiyê polîsên sivîl bi cih kirin, her kêlî lêgerîn kirin. Tevî hemû mudaxeleyên provakatîf ên polîsan Komîteya amadekariyên bangên aramiyê dikirin.