Di navbera DAÎŞ'ê û hêzên Iraqê de şer derket
Li gundên navçeya Hewîce ya Kerkûkê di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û hêzên Iraqê de şer derket.
Li gundên navçeya Hewîce ya Kerkûkê di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û hêzên Iraqê de şer derket.
Tê gotin, çeteyên DAÎŞ'ê êvara Sêşemê êrîş birin ser hêzên artêşa Iraqê yên li gundê Esmîr û Elhiwe yên navçeya Hewîce ya Kerkûkê.
Hêzên artêşa Iraqê û polîsan bersiv dan êrîşê û şer derket. Di şer de efserê bi navê Sebah Mehdî û 4 çeteyên DAÎŞ'ê mirin, 2 polîs jî birîndar bûn.