Di navbera artêşa Misrê û komên çekdarên Îslamî de pevçûn
Di navbera artêşa Misrê û komên çekdarên Îslamî de pevçûn
Di navbera artêşa Misrê û komên çekdarên Îslamî de pevçûn
Îro di saetên sibê de hêzên Artêşa Misrê êrîşî bajarê Kerdasa ku dikeve rojavayê Paytexta Misrê Qahîreyê kirin. Hêzên Artêşê operasyon li dijî komên çekdar ên îslamî ku bajar kiribûn bin destê xwe pêk anîn. Li gorî agahiyan di êrîşê de fermandarekî Artêşa Misrê hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeya a Misrê, îro di saetên sibê de hêzên Artêşa Misrê li ser daxwaznameya Wezareta Karên Hundir li dijî komên îslamî yên radîkal ku bajarê Kerdasa ku dikeve rojavayê Paytext Qahîreyê operasyon pêk anîne. Li gorî nûçeya ajansa Misrê operasyona hêzên artêşê piştî êrîşa komên çekdar ên radîkal a li dijî navenda polîsan pêk hat ku di encamê de 11 endamên wan hatibûn kuştin. Li gorî agahiyan di operasyonê de fermandarekî Misrê Nebîl Ferac hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya ajansê hêzên artêşa Misrê diyar kirine ku çekdarên îslamî li ser banan û minareyên mizgeftan gule bi ser hêzên Misrê de reşandine.
Hate gotin ku hêzên Misrî bang li şêniyên bajarê Kerdasa kirine ku alîkariya wan bikin heta bajêr ji komên çekdar paqij bikin.
Heya niha li ser kuştî û birîndarên komên çekdar ti agahî ne hatine dayîn.