Di nava mehekê de 111 rojnamevan hatin darizandin

Hate ragihandin ku meha Mijdarê 111 rojnamevan bi daxwaza girtinê hatin darizandin.

Di çarçoveya projeya 'Haberin Bedelî -Berdêla Nûçeyê' ya bi piştgiriya Cemiyeta Rojnamevanan hate amadekirin, rapora meha Mijdarê hate eşkerekirin.

Di raporê de hate rgaihandin ku meha Mijdarê ji bo rojnamevanan bi zext û astengiyan derbas bûye, di nava mehekê de li 10 bajarên cuda li 40 rûniştinên cuda rojnamevan hatine darizandin.

Li gorî raporê di nava mehekê de herî kêm 111 rojnamevan û xebatkarên medyayê derketin pêşberî dadgeriyê.

Her wiha hate ragihandin ku bi giştî 6 sal û 4 meh û 12 roj û 16 hezar lîre cezayê pere li 5 rojnamevanan hate birîn.

Li gorî raporê beşeke mezin a rojnamevanan di çarçoveya "Qanûna têkoşîna dijî terorê" de hatin sûcdarkirin.

Her wiha 4 rojnamevan hatin destgîrkirin ku 3 ji wan di dema şopandina nûçeyê de hatin destgîrkirin.