Di muzakereyên YE û Tirkiyê de dê sernavekî nû bê vekirin

Di muzakereyên YE û Tirkiyê de dê sernavekî nû bê vekirin

Yektiya Ewropayê biryar da ku di muzakereyên bi Tirkiyê re mijareke nû vebike. Ji bo vebûna mijarê wê di 5’ê Mijdarê de Konferansa di navbera Hikûmetan de dê bê pêk anîn.

Di civîna Konseya Karên Giştî ya YE ya li Luxemburg’ê tê amadekirin, hat erêkirin ku sernavê bi hejmara 22 a 'Koordînasyona navgînên bineyatî û polîtîka herêmî' bê vekirin.

Serokê Demî yê Yekitiya Ewropayê Lîtvanya dê di civîna Konferansa navbera Hikûmetan a 5'ê Mijdarê de dawet bike, ku sernavê nû yê muzakereyê bê vekirin.

Di rapora pêşketina Tirkiyê ya Komisyona Ewrûpa ya ku di 16’ê Cotmehê de hatî vekirin de  sernavê bi hejmara 22 a 'Koordînasyona navgînên bineyatî û polîtîka herêmî' hatibû pêşniyar kirin ku ji muzakerayan re bê vekirin.