Di mijdarê de 223 zarok hatin binçavkirin

Di mijdarê de 223 zarok hatin binçavkirin

Zilma polîs û daraza Tirk a li hemberî zarokan berdewam dike. Li gel “reformên” yasayî yên rejîma AKPê zextên li ser zarokan zêde dibin. Li gorî hesabên ANFê yên ji serê salê ve heta niha 417 zarok hatin binçavkirin, meha mijdarê 223 binçavkirin pêk hatin.

Polîtîkayên “pêşîlêvekirina” AKPê ya ku di her aliyan de veguherî zext û tundiyan, di warê zarokan de jî bi heman awayî ye. Zarok herî zêde di dema desthilatiya AKPê de bi zextan re rû bi rû man. Piştî nerazîbûnên zêde 2010 ji bo zarokan reformek hate kirin, lê belê ev yek nekete pratîkê. Bi taybet li bajarên Mêrsîn û Edeneyê zaroka gelek caran di dadgehên mezinan de tên darizandin.

Li aliyekê mirina zarokan a di encama tundiya polîs û leşkerên Tirk de berdewam dikin, li aliyeke din bi taybet binpêkirinên mafan ên li hemberî zarokên Kurd tu sînoran nas nakin. Piştî reforma qanûnî ya sala 2010 binçavkirin û girtina zarokan zêde bû.

Li gorî agahiyên rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya sala 2012 aşkere kir, herî kêm 122 zarok hatin binçavkirin û ji vana 34 zarok hatin girtin. Sala 2010 286 zarok hatibûn binçavkirin, ji vana 95 hatibûn girtin, sala 2011 jî 789 zarok hatin binçavkirin û ji vana 214 hatibûn binçavkirin. Dîsa li gorî daneyên ji aliyê ÎHDê ve hatine aşkerekirin, di salên 2010, 2011 6 mehên destpêkê 2012 1147 zarok hatin binçavkirin, ji vana 343 hatin girtin.

Her wiha, Weqfa Goçê, jî rapreke sê mehî ya derbarê mehên Tîrmeh-Tebax û Îlonê de amade kir û li gorî wê di van sê mehan de 1072 binpêkirinên mafên zarokan pêk hatin. Li gorî vê raporê 41 zarok hatin binçavkirin, 9 hatin binçavkirin û 8 zarok hatin cezakirin.

DI MIJDARÊ DE REKOR

Li gorî nûçeyên binçavkirinan ên di ANF û DÎHAyê de hatine weşandin, di meha cotmehê de 31 zarok hatin binçêavkirin. Hema mijdarê rêjeya b inçavkirinê zêde bû. Tenê 21 rojên destpêkê yên meha mijdarê herî kêm 223 zarok hatin binçavkirin, ji vana 12 hatin girtin. Lê tê diyarkirin ku hejmara rast ji vana zêdetir e.

BÎLANÇOYA MEHA MIJDARÊ WIHA YE:

Li navçeya Hezex a Şirnedê 21’ê mijdarê saet li dora 02.00’an de polîs ligel wesayîtên zirxî ketin taxan û bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de 4 jê zarok 5 kes binçavkirin.

Di 18’ê mijdarê de li Nisêbînê 8 zarok hatin binçavkirin û ji van 2 heb hatin girtin. Li Silopiya Şirnexê jî di 18 mijdarê de di serdegirtinan de ji 10 zarokan 3 heb hatin girtin. Li Colemêrgê di 15 mijdarê de di serdegirtina malan de 13 kes ku ji van 9 zarok bûn hatin binçavkirin. 3 jê zarok 19 kes hatin girtin.

Li Nisêbînê di 18’ê mijdarê de piştî bidawîkirina grevan di pîrozbahiyê de polîsan êrîşê girseyê kir û 2 jê zarok gelek kes binçav kir.

18’ê mijdarê dîsa li Sîlopiyê bi ser malan de girtin. 9 zarok ku di temenê wan di navbera 16-17’an de ne hatin binçavkirin. Di heman rojê de li Erdexanê 2 zarok hatin girtin.

Di 17’ê mijdarê de di mîtîgan li Garaja Şaredariya Wanê pêk hat de 5 zarok hatin binçavkirin. Li Nisêbînê dîsa di xwepêşendanê de 3 zarok temenê wan 10-11 bû hatin binçavkirin. Rojek beriya wê li Mêrsînê zarokekî 15 salî hat girtin.

Di 12-17’ê mijdarê de li Amedê li gorî daneyên fermî 100 zarok ku temenê wan di navbera 8-16’an de ne hatin binçavkirin.

Li Silopiyê di 15’ê mijdarê de di serdegirtina malan de 2 hatin binçavkirin û roja din hatin girtin û şandin girtigehê.

Di 15’ê mijdarê li navçeya Farqîna Amedê di xwepêşandanê de 8 zarok hatin binçavkirin. Heman rojê li navçeya Seyhan a Edeneyê xwendekarek ji aliyê polîsan ve hat girtin û li Colemêrgê jî di serdegirtina malan de 9 zarok hatin binçavkirin.

Di 13’ê mijdarÊ de li Cizirê polîsên sivî û tevgera taybet bi ser malan de girtin 10 kes hatin girtin û zarok jî din av wan de hebûn.

Di 11’ê mijdarê de li Seyhan û Yuregîr a Edenê li taxên Denîzlî û Anadolu di xwepêşendana bi armanca balê bikişînin ser girevan de 2 zarok hatin binçavkirin. Roja din jî li taxa Kuçukdîkîlî 5 zarok hatin binçavkirin.

Di 10’ê mijdarê de li Şirnexê di serde girtina malan de 3 zarok hatin binçavkirin.

Li Wanê di 9’ê mijdarê de polîsan êrîşê meşa xwendekarên lîseyê kir û 25 xwendekar binçavkirin. Di 7’ê midjarê de dîsa 23 kes hatin binaçvkirin û din av wan de du heb zarok bûn.

Li Sêrtê jî di 6’ê mijdarê de di serdegirtina malan de 6 zarok hatin binçavkirin. Di 5’ê mijdarêd e li Aksayara Stenbolê polîsan êrîşê girseyê kiribû û 54 kes 3 heb jê zarok bûn hatin binçavkirin.

Di 2’ê mijdarê de li Karaz a Amedê 5 xwendekarên lîseyê hatin binaçvkirin û şandin Midûriyeta Polîsa a Şaxa Zarokan a Amedê.