Di mijara Sûriyê de nêrînên cuda dewam dikin

Di mijara Sûriyê de nêrînên cuda dewam dikin

Piştî ku DYE û Rûsya di mijara çekên kîmyewî yên Sûriyê de li hev kirin, di civîna yekemîn a li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, careke din nêrînên cuda derketin holê. Israra DYE, Fransa û Îngilîstan a gefa destwerdana leşkerî ji aliyê Rûsya û Çînê ve hat redkirin.

Nûnerên pênc endamên timî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), der barê  tinekirina stoka çeka kîmyewî ya Sûriyê, li New Yorkê li ser pêşnûme biryarekê civiyan.

Di civînê de, li ser pêşniyara Rûsyayê ya ji bo diyarkirina envantera çekên kîmyewî yên di destê rejîma Esad de ne û heta mehên navîn ên sala 2014'an bê tinekirin nîqaş hat kirin, ku ev pêşniyar bi çi rengî bibe pêşnûme biryarek.

Fransa, Îngilîstan û DYE dixwazin behsa gefa destwerdana leşkerî bê kirin, lê Rûsya û Çîn teqez li dijî vê gefê derdikevin.

Nûnerên endamên timî yên Konseya Ewropayê Fransa, Îngilîstan, DYE, Rûsya û Çîn, ku xwedî erka vetoyê ne, di encama civîna saetekê de li hev nekirin û hat ragihandin ku civîn wê sibê dewam bike.

Beriya civînê Wezîre Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Fransî Laûrent Fabîûs daxuyanî dabûn û cihêrengiya nêrînên welatên xwe bi awayekî zelal raxistibûn ber çavan.

Fabîûs der barê raopra NY de got, "Dema li rêjeya gaza sarîn a hatine bikaranîn, rokêta gaz bar kiriye, teknîk û asta êrîşê li ber çavan bê girtin, bê şik û guman derdikeve holê ku li pişt vê rejîma Esad heye."

Lê belê Lavrov got, "Gelek siparteyên me yên cidî hene ku nîşan didin ev yek provokasyoneke. Lê belê divê heqîqet were zelalkirin, ev yek jî ji bo Konseya Ewlekariyê ezmûneke." Lavrov her wiha destnîşan kir ku divê di biryara Neteweyên Yekbûyî de gefa destwerdana leşkerî nebe.

DYE NERAZÎBÛN NÎŞANÎ RÛSYA DA

Bersiveke din ji daxuyaniya Lavrov re, ji Qesra Spî hat. Berdevkê Qesra Spî Jay Carney, li ser bibîrxistina daxuyaniyên Lavrov got, "Çi bixwazin dikarin jê bawer bikin, çi bixwazin dikarin bêjin, lê delîl rewşeke berevajî vê yekê ispat dikin. Delîlên me û ekîba lêkolînê pêşkêş kiriye, gelekî xurt e. Ya girîng, daxuyaniyên bi vî rengî feydê nade rêveçûna pêvajoya heyî."

Carney diyar kir ku tevî bi Rûsyayê re xwedî heman nêrînê nînin jî, ji bo rejîma Esad çekên kîmyewî yên di destê xwe de ji kontrola navneteweyî re veke, ev du sal in wan gav avêtine.