Di mijara perwerdeya zimanê dayikê de Perînçek ji gotinên xwe vegeriya

Di mijara perwerdeya zimanê dayikê de Perînçek ji gotinên xwe vegeriya

Perwerdeya zimanê dayikê ya ne fermiye di dîroka komara Tirk de îro yekem car bi awayekî fîlî li 3 dibistanê pîlot  dest pê bike. Serokê Giştî yê Partiya Karkeran  Dogu Perînçek beriya destpêkirina perwerdeya Kurdî, di mijara perwerdeya Kurdî de daxuyaniyek da û got: “Bi zimanekî ku ji bo perwerda zanîngehê ne têre, perwerdeya dibistana seretayî kirin, tê vê wateyê ku welatiyên me bê perwerde, bê pîşe û û bê kar bê hiştin.

Heman Perînçekî  ku berê lîderê partiya Sosyalîst û niha jî lîderê partiya Karkerane  di 15’ê îlona 1991’ê de di kovara Ber bi 2000’î de diyar kiribû ku pirsgirêka Kurd dikare bi ‘Komara Demokratîk, Federal û Kedkar’ bê çareserkirin û digot: “Di 13’emîn xala pêşniyara çareseriyê ya ji 15 xalan pêk tê de, zimanê fermî Tirkî û Kurdî ye. Li her komara federa zimanê wê esase. Biryarên federasyonan bi du zimanan tê nivîsin. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê di hemû daziyên çandî de di her du zimanan perwerde tê dayîn. “

Îro li Amed, Cizîr û Gevegerê dibistanên Kurdî dersê didin. Beriya vebûna dibsitanan bi talîmata hikûemtê qeymeqamtî ketin tevgerê û gotin dê der barê kesên ku dibistan vekirine de dozê vebikin. Li Tirkiyeyê  kesên ku ji bo xwe dibêjin ew çepgirin gotin û propagandayên xw eyên berê ji bîr kirin û îdia kirin ku Kurdî nabe zimanê zanistê. 

PIŞTÎ 23 SALAN ŞÛNDE GOTINÊN XWE GUHERT

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Dogu Perînçek, rojek berê li serokatiya partiyê ya Stenbolê daxuyaniyek da û der barê perwerda Kurdî de gotinên balkêş vegotin. Perînçek got zanista kurdî nayê kirin û ji ber vê sedemê jî perwerda Kurdî şaşe û wiha got: “Zarokên me yên di dibistana seretayî de perwerda Kurdî digirin, nekarin bibin hiqûqnas, doktor, endezyar, subay û zanist. Ji ber vê gelo perwerde ji bo çi tê kirin.”

Perînçek îdia kir ku li  kampên PKK’ê ne Kurdî, Tirkî tê axaftin û wiha pê de çû: “Bi zimanê Kurdî heta îro xebatek zanistî nehatiye kirin, pirtûkek zanistî nehatiye nivîsin, ji ber vê sedemê Kurdî nabe zimanê zanist û perwerdê.

Bi zimanekî ku ji bo perwerda zanîngehê ne têre, perwerda dibisitana seretayî pêkanîn, dê Kurdan bê perwerde, bê pîşe û betal bihêle. Li Tirkiyeyê zimanê dewletê Tirkî ye. Zimanê perwerdê Tirkiye. Daxwaza perwerda Kurdî ne mumkune. Yên ku vê dixwazin jî di esasê de di planên DYA’yê de rol girtine.

KURD NEKARIN PIRTÛKA DERSÊ BINIVISIN

Perînçek îdiayên xwe wiha berdewam kir: “Her hiqûqnas, pisporê atanomiyê, zanistê xwezayê, îktîsadvan, felsefevan û zanistê siyasetê ku Kurdî baş dizane, nekarin di qada xwe de pirtûkekê binivisin. Bihêlin pirtûka zanistî,nekarin qanûnek bazirganiyê li Kurdî wergerînin.Yên ku perwerda Kurdî dixwazin, qebûl kirine ku ji bo dewletê nekarin peywirê bikin.Zanista Kurdî, Pirtûka Zanistê ya Kurdî û Pirtîkên dersê bi Kurdî nayên amadekirin.”

KURD DIKARIN DEWLETÊ AVA BIKIN

Perînçekê çepgir di 1991’ê de der barê mijara Kurdan de  diyar kiribû ku zimanê fermî yê Tirkiyeyê hem Tirk û hem jî Kurdiye û got mafê Kurdane ku qedera xwe bixwe tayîn bikin.Perînçek her wiha modela ‘Komara Federal, Demokratîk û Kedkar’ pêşniyar dikir.

Perînçek di kovara Berbi 2000’î ya aydê wî de bû di 15’ê îlona 1991’ê de di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bernameyek ji rayagiştî re aşkera dikir.

Ji 15 xalan hinek wihane:

1-Gelê Kurd divê qedera xwe bi xwe tayîn bike. Ger bixwaze dikare dewletek cuda ava bike. 
2-Jiyaneke bi hevre an jî cuda girêdayê îradeya azad a netewane. Ji bo ev îradeya azad derkeve holê, divê li bajarê Kurdan referandum bêkirin. Yên ku di referandumê de jihev veqetînê diparêzin divê bi awayekî azad propagandayê bikin.
3-Di şert û mercên îro de çareserî ji bo fêdeya herdû netewane û çareserî ji bo komara federal ya her du dewletên federene.
4-Meclisa Gel ya Federal ji du meclisa ava dibe. Meclisa Nûneran û Meclisa Neteweyan.
6-Mekaqanûna Federal, makeqanûna hevpar ya her du neteweyane. Bi referandumê tê qebûlkirin û dikeve meriyetê.  Her wiha makeqanûnên cuda yên dewletên federe hene.
7-Al û sirûda Komara Federal, al û sirûda hevpar ya Tirk û Kurdane. Her wiha her dewleteke federa al û sirûda wê heye. Navê Federasyonê xwe naspêre yek neteweyê.
8-Divê zimanê her neteweyê bikeve bin ewlehiyê.
9-Zimanê fermî Kurdî û Tirkî ye. Li her federeyê zimanê wê esase. Biryarên Federasyonan bi du zimanan tê nivîsin.  Ji dibistana sereteyaî heta zanîngehê di hemû saziyan de divê bi du zimanan perwerde bê dayîn.”