Di meşên Paskalyayê de destek ji Efrînê re hate dayin

Li gelek bajarên Elmanyayê ku her sal bi rengekî kevneşop meşên Paskalyayê tên organîzekirin, piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin. Bi hezaran aştîxwazan dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û ji hikumeta xwe xwestin ku çekan nefiroşe Tirkiyeyê.

Di rojên pîroz ên cîhana Xiristiyan de, bi wesîleya Cejna Paskayayê ji sala 1960'î û vir ve alîgirên aştiyê û dijberên şer bi rengekî kevneşop li Elmanyayê dimeşin.

Îsal jî li dehan bajarên 13 eyaletan meşên mezin hatin organîzekirin. Meş veguherîn tevgera aştiyê û êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin.

Bi hezaran aştîxwaz, hawirdorparêz, antî-mîlîtarîs, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl destek dan çalakiyan û xwestin, dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bê anîn.

Meşvanan bi bîr xistin ku di dagirkirina Efrînê de çekên Elman hatine bikaranîn û bang li hikumeta Merkel kir ku çekan nefiroşe dewleta Tirk.

Ji organîzatorên meşên Paskalyayê Willi van Ooyen diyar kir ku ew ji bûyerên li Efrînê diqewimin gelekî bi fikar in. Ooyen işaret bi şerê ku dewleta Tirk dike kir û got, "Divê li pêşberî vî şerî bêdeng nemînin. Şer weke tiştekî asayî neyê dîtin. Hikumeta federal li pêşberî vî şerî qet tiştekî nake."

Di meşa Paskalyayê ya paytext Berlînê de korteja Efrînê hate avakirin. Bi sedan Kurdistanî û mirovên ji gelên din tevlî vê kortejê bûn û bi hildana alên YPG, YPJ'ê bal kişandin ser berxwedana serdemê.

Parlamenterê Partiya Çep Diether Dehm li kortejê axivî, bal kişand ser bêdengiya hikumeta Merkel a li pêşberî sûcên li Efrînê têne kirin û got, "Eger li Ewropayê derfetên jiyaneke însanî hebe, ev yek bi saya YPG û YPJ'ê ye."

Dehm her wiha bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û xwest tecrîd bê qedandin. Dehm daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê kir.

Li bajarên Munchen, Hannover, Stutgart û Heidelbergê jî di meşên Paskalyayê de kortejên desteka ji bo Efrînê hatin avakirin.