Di meha Gulanê de 114 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Di meha Gulanê de 114 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Di meha Gulanê de 114 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karker a Stenbolê, di meha Gulanê de ji ber kuştinên kar herî kêm 114 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Kuştinên kar di meha Gulanê de jî dewam kirin. Li gorî rapora Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê ya li ser mijarê, di meha Gulanê de herî kêm 114 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Rapor, di encama agahiyên ji çapemeniya dîtneyî, nivîskî û dijÎtal, rêxistinên ked Û pişeyî de hat amadekirin û li gorî vê herî zêde di sektora lêkirina avahiyan û karê çandiniyê de karkeran jiyana xwe ji dest dane. Rapor diyar dike ku di van herdu sektoran de di nava meha Gulanê de 27 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Bajarên ku herî zêde lê kuştinên kar rû dane jî bi rêze; Semsûr 13, Hatay û Stenbol her yek ji wan 8, Amed, Manisa, Rîze û Şirnex her yek ji wan 6 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Rapor bi hatina havînê re balê dikşîne ser zêdebûna mirinên li sektorên lêkirina avakiyan û çandiniyê.