Di mala endamekî DAIŞ'ê yê li Elmanya de kalaşnîkov hat dîtin

Di mala endamekî DAIŞ'ê yê li Elmanya de kalaşnîkov hat dîtin

Li Elmanyayê, di operasyonên li hemberî selefiyên radîkal ên tevlî çeteyên li Sûriyeyê bûne û vegeriyan welêt de, detayeke balkêş derket holê. Li eyaleta Hessenê, li mala kesekî ku guman jê dihat kirin narkotîkê difiroşe, ala DAIŞ'ê û çekeke bi marka kalaşnîkov hat dîtin.

Li eyaleta Hessenê di serdegirtineke dawiya meha Îlonê de, li mala endamekî DAIŞ'ê yê ji Sûriyeyê vegeriya, çekek bi marka kalaşnîkovê û fîşekên wê hatin dîtin. Hat ragihandin ku di dema serdegirtinê de, tevî ala DAIŞ'ê êlekekî ji pola jî hatiye dîtin.

Endamê DAIŞ'ê Walid D. ê 28 salî, ku beriya niha hatibû tespîtkirin çûye Sûriyeyê, hat diyarkirin ku amadekarî dikir ku careke din biçe Sûriyeyê. Li gorî agahiyan, serdegirtin ji ber firotina narkotîkê hatiye kirin, lê piştre derketiye holê ku kesê mijara gotinê endamê DAIŞ'ê ye.

Rayedarên ewlekariyê, wê lêkolînê bikin ku Walid D. bazirganiya narkotîkê ji bo desteka malî ya DAIŞ'ê dike yan na.

Tê gotin ku hejmara selefiyên radîkal ên ji Elmanyayê tevlî rêxistinên çete yê li Sûriye û Iraqê bûne zêdeyî hezarî ye û tê texmînkirin ku 150 ji van vegeriyane. Rayedarên Elman bi fikar in ku selefiyên radîkal ên vegeriyane, li welêt çalakiya terorê lidar bixin.

Herî dawî di serdegirtinên roja Çarşemê yên li Nordhrhein-Westfalenê de li zêdeyî 40 malan lêkolîn hatibû kirin. Di encama serdegirtinan de 10 selefiyên desteka madî didan DAIŞ'ê hatinbinçavkirin û derketibû holê ku van kesan li bajarê Kolnê li hin dêr û dibistanan dizî kirine.