Di lêpirsîna li ser Poyraz de ji ber ku hate kuştin biryara ‘neşopandinê’ hate dayîn

Derbarê Denîz Poyraz di sala 2017’an de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ji ber ku hate kuştin biryara neşopandinê hate dayîn.

Denîz Poyraz a ku di êrişê li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de hate kuştin, bi hinceta ku ne hewceyî lêpirsînê ye, derbarê dosyeya wê ya di 29’ê Hezîrana 2017’an de biryara neşopandinê hate dayîn.

Bi hinceta îxbara hatibû kirin derbarê Poyraz, Seyfettîn Ozdemîr, Zîver Tûrhan, Rûthan Ûlû, Mohammed Saîd Mohammed bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ û ‘propagandaya rêxistinê kirine’ lêpirsîn hatibû destpêkirin. Derbarê kesên din bi hinceta delîl tune ne, biryara neşopandinê hatibû dayîn. Dozgeriyê derbarê Poyraz de di 23’ê Hezîranê de biryara neşopandinê da û ji ber ku di êrişa 17’ê Hezîranê de hatiye kuştin, dozgeriyê ev êriş wekî hincet nîşan da.

Poyraz ji ber beşdarî çalakiyekê bûbû, di Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Îzmîrê de bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ dihat darizandin û hate diyarkirin Poyraz di 21’ê Gulanê de ji vê dozê beraat kiriye.