Di kuştina Ersever de metirsiya demboriyê
Di kuştina Ersever de metirsiya demboriyê
Di kuştina Ersever de metirsiya demboriyê
Lêpirsîna der barê kuştina dameznerê JÎTEM’ê Binbaşiyê Jendermeyan Ahmet Cem Ersever bi demboriyê re rû bi rû ye.
Ger girêdayî cinayetê doz neyê vekirin, metirsiya lêpirsîn ku di 4’ê Mijdarê de bikeve demboriyê heye. Li navçeya Enqereyê Elmadagê di 4’ê Mijdara 1993’an de Binbaşiyê Jendermeyan Cem Ersever bi guleya li serê wî ketibû, kuştî hatibû dîtin. Li gorî Qanûna Ceza ya Tirk a di dema kuştina Ersever de di meriyetê de bû, lêpirsînên der barê cezayên girtîgehê yên bêdawî de piştî 20 salan dem di ser re dibihure. Li gorî vê yekê dema demboriya lêpirsîna kuştina Ersever di 4'ê Mijdarê de tijî dibe. Ji bo birîna demboriyê ku 10 salên din bêne dirêj kirin pêwiste dozgerî gilînameyekê amade bike û dadgeh jî gilînameye bipejirîne û dest bi şopandina lêpirsînê bike.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna mirina Fermadarê Giştî yê berê yê Jendermeyan Orgeneral Eşref Bitlîs ya di 17’ê Şubata 1993’an de li gel ku 20 sal derbas jî bibe, “ji ber demboriyê cihê ji bo şopandinê nîne” ti biryar ne hatiye nivîsîn. Dozgerê Komarê yê ku vê lêpirsînê dimeşîne Huseyin Şahîn, bi referekirina DMME’ê re lêpirsîn negirtibû. Hat diyar kirin ku lêprisîna Ersever jî dibe ku bi vî rengî bimeşe.