Di kongreyan de ji bo dengê 'NA' bang hat kirin

Li gelek bajarên Ewropayê kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. Di kongreyan de ji bo referandûma 16'ê Nîsanê banga dayîna dengê 'NA' hat kirin.

Li gelek bajarên Ewropayê kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. Di kongreyan de ji bo referandûma 16'ê Nîsanê banga dayîna dengê 'NA' hat kirin.

SOLOTHÛRN: NCDK a bajarê Solothûn ê Swîsreyê, kongreya xwe ya 4. bi beşdariya 100 delege û mêvanan pêk anî. Li dû nirxandina rojeva siyasî, raporên kar hatin xwendin. Piştî avakirina komîsyonan 40 kes ji bo meclîsa NCDK'ê hatin hilbijartin. Sakîen Tekbaş û Halîl Yîgît jî bûn hevberdevkên NCDK'ê.

BERLÎN: Meclîsa Jinê ya Dest-Dan kongreya xwe ya 5. lidar xist. Kongre diyarî dayika 5 zarokan Yeter Polat a ku 3 meh berê li Berlînê ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin û hemû jinên hatin kuştin, hat kirin. Di kongreyê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat destnîşankirin, ku têkoşîna jinan a li her qadê bû bersiva herî mezin li dijî polîtîkayên tinekirinê yên topyekûn. Di encama kongreyê de meclîsa ji 53 kesan, komîsyonên rêxistinbûn, têkiliyên derve, dayikên aştiyê, komîsyona civakî, çand, perwerde, çapemenî-weşand û jin ên ciwan hatin diyarkirin.

GÎESSEN: NCDK a bajarê Gîessen ê Elmanyayê jî, kongreya xwe ya 7. pêk anî. Kongre li salona navendê bi tevlîbûna 145 delegeyan pêk hat û li dû nirxandina rojeva siyasî û raporên kar, Leyla Karadenîz û Abdulvahap Alper ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. 57 kes jî ji bo meclîsê hatin hilbijartin.

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, meclîsa gel a herêmên Altona û Sternschanze hate lidarxistin. Di kongreyê de ji bo xurtkirina xebatên 'Platforma NA' bang hat kirin. Piştre meclîsa nû hat diyarkirin û Zîlan Dersîm û Îmam Adiyaman jî weke Hevserokên nû hatin hilbijartin. Kongre bi stranên Koma Rengê Nû qediya.

DÛÎSBÛRG: Kongreya NCDK a bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi tevlîbûna 350 delegeyan pêk hat û siyasetmedarê Kurd Sercan Aydin beşdar bû. Aydin da xuyakirin, ku gelê Kurd bi berxwedaneke destanî pêşî li polîtîkayên înkar û tinekirinê yên AKP û Barzanî yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê girt. Aydin bal kişand ser hevdîtinên Cenevre û Astanayê û diyar kir, têkoşîna gelekî nabe tine bê hesibandin. Di kongreyê de meclîsa ji 80 kesî hat hilbijartin. Şahîn Çelebî û Hatûn Bozkûrt bûn hevserok.

KASSEL: NCDK a bajarê Kassel ê Elmanyayê kongreya xwe ya 7. pê anî. Bi qasî 200 kes beşdarî kongreya li Jasmînsaalê bûn. Alî Duzgun û Leyla Laçîn weke hevserok hatin hilbijartin. Ji bo 12 komîsyonên cuda 77 kes hatin hilbijartin.

ESSEN: Kongreya li bajarê Essen ê Elmanyayê diyarî şehîdên serhildana Qamişlo û 2 gerîlayên HPG'ê yên di 3'e Adarê de ji aliyê PDK'ê ve hatin şehîdxistin, hat kirin. Di kongreyê de bal hat kişandin ser xebatên kampanya 'NA' ya referandûmê û hat destnîşankirin ku tevlîbûna xurt a li çalakiyên Newrozê wê were wateya bi ser ketina dengê 'NA'. Di encama hilbijartinê de Yilmaz Gultekîn û Mevlîde Ekîncî bûn hevserok.

PARÎS: NCDK a paytexta Fransa Parîsê kongreya xwe ya 4. a asayî pêk anîn. 150 delege beşdarî kongreyê bûn. Rojnamevan-nivîskar Fûat Kav li kongreyê axivî, bal kişand ser êrîşa çeteyên PDK-AKP'ê ya li Şengalê û got, "Şaş e ku ev êrîş weke 'şerê birakujiyê' bê binavkirin. Ya hatiye kirin, xiyanet e." Kav işaret bi kampanya 'NA' ya li Ewropayê jî kir û pêwîste hemû NCDK di çarçoveya kampanyayê de xebatên xwe berfireh bikin û ev kar jî weke karekî li dijî faşîzm û dîktatoriyê were dîtin. Di encama kongreyê de meclîsa nû ya ji 60 kesî û ji bo hevserokatiyê jî Şukran Akdogan û Mehmet Alî Yildiz hatin hilbijartin.

EVRY: NCDK a li banliyoya Evry ya Parîsê kongreya xwe ya 4. bi beşdariya 200 delegeyan pêk anî. Di nirxandina rojeva siyasî de hat gotin, lazim e hemû NCDK di çarçoveya kampanya NA de xebatên xwe zêde bikin. Piştre meclîsa nû ya ji 47 kesan hat hilbijartin. Lamîa Seven û Mûstafa Unlubayir jî bûn hevserok.

ÎSHOJ: Kongreya NCDK a li bajarê Îshoj ê Danîmarkayê bi tevlîbûneke girseyî pêk hat. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bal kişand ser referandûmê û got, "Li dijî eniya desthilatdariya faşîst, divê em Platforma Na bikin eniya demokrasiyê." Li dû nirxandina raporên li ser karê salekê, meclîsa nû ya ji 60 kesî hat hilbijartin. Saîme Bîlen û Sadik Çîftçî bûn hevserok.

ARNHEM: NCDK a li bajarê Arnhem ê Hollandayê kongreya xwe ya 12. pêk anî. Kongre di şexsê fermandarê Sûrê Çiyager de ji bo bîranîna hemû cangoriyên azadiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di kongreyê de ku 100 delege amade bûn, Kerîm Atasoy û Meral Sapan weke hevserok hatin hilbijartin.