Di konferansa Hiqûqnasan de banga ‘PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin’
Di konferansa Hiqûqnasan de banga ‘PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin’
Di konferansa Hiqûqnasan de banga ‘PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin’
Encamnameya Yekemîn Konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê ya li Amedê pêk hat aşkera bû. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku Konferansa wan krîmînalîzekirina têkoşîna azadiya Kurdistanê, wek terorîzmê dîtin qebûl nake û bang kir ku bila PKK ji lîstera rêxistina terorê bê derxistin.
Yekemîn Konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê di navbera 28-29’ê îlonê de li Amedê bi tevlibûna 268 delegeyan pêk hat.
Encamnameya konferansê hat aşkerakirin û wiha hat gotin: “Em gelê kurd yên wek bê parêzer tên dinasîn, pêkanîna konferanseke bi vî rengî ku bi sedan hiqûqnas û saziyên hiqûqê hatin cem hev, xwedî wateya dîrokiye.” Di encamnameyê de hat gotin ku qirkirina li dijî kurdan didome.
Di berdewamiya encamnameyê de wiha hat gotin: “Ji avabûna komarê heta niha ji çewisandina serhildana Şêx Saîd bigire, heta Kanûna Takrîr-î Sukun, Plana Şark Islahatê, Kanûna Dêrsîmê û dadgehên Îstîklalê, heta roja me ya îro faliyetê darazê yên saziyan berdewam kirine. Li dijî kurdan her tim bi awayekî sîstematîk qirkirina çandî û fîzîkî hatiye meşandin.
Li gorî danezanê ji bo koordînasyona xebatan û berdewama konferansê meclisa Daîamî bê avakirin û Konferansa Hiqûqnasên Netewî ya Kurdistanê bicivin, bang hat kirin.
Her wiha di konferansê de banga ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin jî hat kirin û wiha hat gotin: “Konferansa me krîmînalîzekirina têkoşîna azadiya Kurdistanê, wek terorîzmê dîtin, qebûl nake û em dixwazin ku bila PKK ji lîstera rêxistina terorê bê derxistin.”
DIVÊ AZADIYA OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ PÊK BÊ
Encamnameyê wiha berdewam kir: “Xuyaye ku makeqanûna yekane, dijdemokratîk, pirsgirêkê çareser nake. Divê makeqanûneke wekhev, tevliker, pirçandî û pirnasnameyî bê amadekirin. Her wiha divê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bigihêjin azadiya xwe. Divê mafê rêxistinbûn û xweîfadekirinê bê nasîn û hemû astengî ji holê bê rakirin.
Her wiha konferansa me hemû hiqûqnasên ji ber nasnameya xwe siyasî û faliyetên xwe yê pîşeyî hatine girtin jî wek delegeyên sereke yên konferansê dibîne.
DIVÊ KOMÎSYONÊN HEQÎQETÊ BÊN AVAKIRIN
Biryarên din yên konferansê wihane;
Di serî de di pêvajoya şerê 30 salî de divê hemû sûcên li Kurdistanê li dijî mirovahiyê hatin kirin derkevin holê û bê guman ev ji bo pêşerojeke bi tendurist pêngava yekemîne. Bi vê armancê divê komîsyona Lêkolînê ya Heqîqet û bi paşerojê re rûhevhatinê bê avakirin. Delegasyona konferansa me dê bi awayekî aktîf di van komîsyonan de cih bigire.
JI STATUYA JINÊ YA CIVAKÊ TÊKOŞÎN
Konferansa me, di hemû dozên taciz, tecawizê de dê ligel jinan di nava helwestê de be. Ji bo statuya jinê ya di civakê de dê têkoşînê bide.
EM LIGEL TÊKOŞÎNA ROJAVANE
Konferansa me bi taybet diyar gike ku divê bi mîlyona Kurdistanî bigihêjin statuya xwe û di vê warî de piştgiriyê dide qezecn û têkoşîna li Başûr û Rojavayê Kurdistanê.