Di hikûmetê de ya ku wê nû were avakirin krîza Başûr didome

Derbarê hikûmeta Iraqê ya ku wê nû were avakirin krîza Başûr didome. Şandeya Başûr ku çûyî Bexdayê ti encam nestand.

Mihemed Tewfîq Ellawî ku hatiye peywirdarkirin li Iraqê hiqûmeke nû ava bike, ji ber sedema ku wezîrên ku wê di hikûmetê de cih bigirin wî tespît kiriye, krîza bi Başûrê Kurdistanê, nexasim bi PDK'ê re dijî girantir dibe. Şandeya ku ji bo krîzê çareser bike duh ji Bexdayê çûyî Başûr, hevdîtina li gel Ellawî ti encam bi xwe re neanî.

Piştî îstîfaya Serokwezîr Adil Evdilmehdî, ya ji ber xwepêşdanên li Iraqê ya li dijî hikûmetê, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih Ellawî peywirdar kir da ku hikûmetê ava bike.

Ellawî ji bo ku hikûmetê ava bike ji serê Sibatê ve dest bi hevdîtinan kir. Ellawî dema ku peywira avakirina hikûmetê stand got ew ji bo ku daxwazên xwepêşandêran bi cih bîne û xizmetên ku ew dixwazin pêk werin wê hikûmetê ava bike. Piştî van daxuyaniyan, piştî ku derkete holê hemû wezîrên ku wê di nav hikûmetê de cih bigirin ji hêla wî ve hatine diyarkirin, PDK'ê û hikûmeta Başûr helwest nîşan da. Helwesta pêşî Fazil Mîranî da. Mîranî got ew ê vê qebûl nekin û wezîrên wan wê ji hêla wan ve werin diyarkirin.

Bi van gavan û daxuyaniyên ku hatin belavkirin krîzeke nû bi xwe re anî û ji bo ku wezîrên Başûrî yên ku wê di nav hikûmetê de cih bigirin ji hêla PDK'ê ve werin diyarkirin duh şandeyeke ji Başûr çû Bexdayê. Şandeyê bi Ellawî re hev dît lê ti encam ji hevdîtinê derneket. Mihemmed Sadeddîn ê PDK'yî ku di nav hikûmetê de cih digire got ti encam ji civînê nehatiye stand û ew ê vegerin Herêma Kurdistanê.