Dayîkên Şemiyê di hefteya 400'emîn de li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Xizmên windayan yên 17 salin hevjîn, bav û zarokên xwe digiren diyarkirin ku ew teqeze dest ji têkoşînê bernadin. Dayîkên Şemiyê gotin hezar sal jî derbaz bibin ew dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: "400 heftene em li virin lê kiryar li ku ne. Gelo ew jî winda bûn?"
Dayîkên Şemiyê weke hemû hefteyan di hefteya 400'emîn de careke din li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Winda diyar kin kiryar li ku ne" vekirin û li ser pankratê nivîsa "hefteya 400'emîn" nivîsandin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Dayîkan bi Kurdî, Tirkî û zimanên cuda dowêza "Ez mecbûrim ji vegera te bawer bim" hilgirtin. Gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiya dayîkan ya hefteya 400'emîn û Qada Galatasarayê dagirtin. Hunermend, parlementerên BDP'ê Pervîn Buldan, Sebahat Tuncel, Sirri Sakik, Sirri Sureyya Onder, Parlementerê Stenbolê yê Serbixwe Levent Tuzel û Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî tevlî çalakiya dayîkan bûn.
Xizmên windayan ên ji sala 1995'an heta niha li Qada Galatasarayê aqubeta xizmên xwe dipirsin daxwazên xwe anîn ziman. Di hefteya 400'emîn de aqubeta xwendekarê bi navê Hayrettîn Eren yê ku 32 sal ber hate windakirin hate pirsîn. Destpêkê birayê Cemîl Kirbayir yê ku di sala 1980'an de hate windakirin Mîkaîl Kirbayir bang kir. Kirbayir diyar kir ku, di lêgerîna dadê de 3 serokomar, 10 hikûmet, 6 serokwezîr, 16 wezaretên dadê û 17 wezîrên karên hundir hatin guherîn lê xizmên windayan hêj li dadê û mafên xwe digerin.
XIZMÊN WINDAYAN HESAP PIRSÎN
Dayîka Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe yê ku di 27'ê tîrmeha 1993'an de hêj 18 salî di binçavan de hate windakirin Zubeyde Tepe jî pirsên "400 heftene em li virin gelo kiryar li ku ne? Gelo ew jî winda ne?" pirsîn. Dayîka Murat Yildiz yê ku di sala 1995'an de di binçavan de hate windakirin Hanîfe Yildiz helbesta ji kurê xwe re nivîsî xwend û wiha got: "Ew windanebûn dad windabû. Em li edaletê digerin." Hevjîna Kasim Alpsoy ê ku di sala 1994'an de hate windakirin Erdogan Alpsoy jî wiha got: "Em 400 heftene li vê qadêne lê tu kes nabihîze."
Hevjîna Fehmî Tosun ê di sala 1995'an de hate windakirin Hanim Tosun jî wiha got: "Hinî em bibin yek em pêşiya bira, zarok û hevalên xwe bernadin. Dê destê me di qiraka kesên windakirin da be. Heta rûyê wan ê reş û kirêtiyên wan derdikevin holê dê têkoşîna me bidome." Xwîşka Seyhan Dogan ê ku hêj 13 salî di sala 1995'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di binçavan de hate windakirin û par hestiyên wî di gora komî de hatin dîtin Hazne Dogan jî wiha got: "Tenê daxwazekî bav û dayîka min hene. Ew jî gora Seyhan bê dîtin."
'HEZAR SAL DERBAZ BIBIN JÎ...'
Birayê Vecdîn Avil yê ku di sala 1994'an de hate windakirin Behçet Avcil, Birayê Kenan Bîlgîn ê ku di sala 1994'an de hate windakirin Îrfan Bîlgîn û Birayê Nurettîn Yedîgol ê ku di sala 1984'an de hate windakirin Muzaffer Yedîgol jî daxwazên xwe anîn ziman. Birayê Ridvan Karakoç ê ku di 20'ê gulana 1995'an de hate binçavkirin û piştî îşkeceyê jiyana xwe ji dest da û li Goristana Bêkesan ya Altinşehîrê hate definkirin Hasan Karakoç jî wiha got: "Hezar sal derbas bibin û hezar 700 salî jî derbas bibin em dê xwedî li windayên xwe derbikevin. Ez bang li hemû kesî dikim ku xwedî li doza me ya mafdar derbikevin." Dayîka Hasan Ocak Emîne Ocak jî bi Kirmanckî axivî û wiha got: "Gorên me li her aliyê vî welatî belavbûn. Ev der jî û cihên em lê hatin dinê jî bûn gorên me."
BULDAN: HETA BERPIRSIYAR TÊN DARIZANDIN EM DÊ HESABÊ BIPIRSIN
Parlementera BDP'ê ya Îdîrê Pervîn Buldan ya ku hevjînê xwe di bûyerên kiryar nediyar de winda kir jî axivî û wiha got: "Em li welatê edalet tuneyî li edaletê, li welatê mirovahî tuneyî li mirovahiyê digerin. Di salên 1990'an de agir ket malên me. Bi vê yekê re dilê me jî şewitî. Ew mirov ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Heta kesên fermandan û tekîk kêşandin bên darizandin em dê hesabê bipirsin."
Daxuyaniya hefteyê ji bo Hayrettîn Eren ê ku 32 sal berê di 20'ê mijdarê de hate windakirin hate xwendin. Birayê Eren Faruk Eren, wiha got: "32 sal berê weke îro li Şaxa Siyasî ya Gayrettepe li hemberî faşîzma 12'ê Îlonê berxwe dida. Winda kirin. Lê heta hesap tê pirsîn em dê li vir bin." Masîde Ocak daxuyaniya hefteyê xwend û diyar kir ku, dema Eren hate binçavkirin 8 kesan şahidînî kir lê ligel hemû serlêdanan tu encam nehatin bidestxistin.
Ocak anî ziman ku bavê Eren Kemalettîn Eren dema li kurê xwe digeriya jiyana xwe ji dest da. Ocak, da zanîn ku dema Eren hate windakirin Mehmet Agar Muavînê Midûrê Şaxa Siyasî yê Midûrê Polîsan ê Stenbolê bû. Ocak, bilêv kir ku berpirsiyarê vê yekê Agar û darbekarên 12'ê îlonêne û wiha got: "Heta windayên me neyên dîtin û kiryar neyên darizandin em teqez dest ji têkoşîna xwe bernadin."