Di girtîgehên Tirkiye de 285 zarok bi dayikên xwe re dimînin

Di girtîgehên Tirkiye de 285 zarok bi dayikên xwe re dimînin

Li gorî daneyên wezareta edaletê ya Tirkiyê, 4 hezar û 838 jinên girtî û hatin ceza kirin hene. Jimara zarokên ku temenê wan di navbera 0-6 ‘ê de bi dayikên xwere di girtîgehê de dimînin jî 285 e. 

Li gorî ajansa nûçeyan a Cîhan (CHA), heya dawiya sala 2012’an jimara giştî ya kesên di girtîgehên Tirkiye de 136 hezar û 20 kes bûn. Ji vane 4 hezar 838 girtiyên jinin. Li gorî pênaseyek din ji sedî 3,56’ê wan ji jinan pêk tê.

Hejmara saziyên girtîgehên vekirî yên înfaza jinan ku 3’êne, ev girtîgehên ku hecmê wan 1395’e, 572 jinên cezaxwarî têde dimînin.  

Hejmara saziyên girtîgehên înfaza jinan ku jimara xwe 5’in, hecmê wan 2256’e, bi giştî 1481 girtiyên jin têde dimînin. 2 hezar 813 jinên girtî jî di girtîgehên ku statuya wan ne yên înfazê ne, di girtîgehên saziyên ceza yên tibê de têne hêlan.

Zanyariyên ku, ji vana çend kes jiber sedemên siyasî hatine girtin nehate diyar kirin, lê belê di nava hemû saziyên sizayê înfazê de bi giştî 285 zarokên temenê wan dinavbera 0-6 salî de li gel dayika xwe di girtîgehan de dimînin. 

Li gorî jimara 5275 ya cezayê parastin û ewlehiyê, di madeya 65. de, ew dayikên ku di girtîgehan de bêne ceza kirin, dema ji derve zarokên wan bimînin bê xwedî, destûr heye zarokên temenê wan dinavbera 0-6 de li gel dayika xwe bimînin.