Di êrîşên li Iraqê de 26 kes mirin

Di êrîşên li Iraqê de 26 kes mirin

Li Iraqê, di êrîşên hevdemî yên li 9 bajarên cuda yên Iraqê de, îro danê sibê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên polîsan dan xuyakirin ku 90 kes jî birîndar bûne.

Li bajarê Hîlla yê li qiraxa Çemê Firatê ye, 4 wesayîtên bombebarkirî di heman demê de teqiyan.

Dîsa li Vezirya ya li bakurê paytexta Bexdayê, li hemberî konvoya Meclîsa Giştî ya Bajarê Mexdayê Riyadh El Adhadh hedef hat girtin. Di encama êrîşê de du parêzvanên El Adhadh jiyana xwe ji dest dan, 4 kes birîndar bûn.

Ji ber teqînê camên kargehên derdorê hilweşiyan û polîsan li cihê teqînê şerîda ewlekariyê ava kirin.

Li qada bazarê ya El Bîdhan a li çend kîlometre li bakurê Deriyê Basrayê êrîşekê rû da û di encamê de 3 kesan jiyana xwe jid est dan, 15 kes birîndar bûn.

Êrîşên din jî li başûrê Bexdayê, Kerbela, Nasirya, Suveriya û Hafya, Ebû Garîp û li bajarê Mûsilê rû dan.