Di doza tecawizê ya zaroka 6 salî de daxistina ceza!
Di doza tecawizê ya zaroka 6 salî de daxistina ceza!
Di doza tecawizê ya zaroka 6 salî de daxistina ceza!
Li navçeya Perwarî ya Sêrtê di sala 2010’an de zaroka 6 salî ya bi navê A.K rastî tecawiza Nurullah Şîpal hatibû û Şîpal rastî 18 sal cezayê girtîgehê hatibû. Dadgehê bi hinceta ku tecawizkar bê sabikaye ceza daxist 15 salan. Tecawizkar Şîpal ku di danişîna beriya vê de hatibû berdan, der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn.
Li navçeya Perwarî ya Sêrtê li gundê Karasungur di 7’ê kana 2010’an de zaroka 6 salî ya bi navê A.K ji aliyê Nurullah Şîpal ve ji ber dibistanê hatibû revandin û li înşatekê tecawizê zarokê kir. Piştî bûyerê tecawizkar Şîpal doz hat vekirin û darizandina wî li Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê berdewam kir. Parêzerê tecawizkar û xizmên wî amade bûn.
Dozgerê komarê di îdianameya xwe de da zanîn bersuc Nurullah Şîpal roja bûyerê A.K biriye înşaateke gund û li tuwaletê tecawiz kiriye.
Li gorî rapora ku ji Lijneya Îhtîsasê ya 6’emîn a ji Saziya Tipa Edlî hatiye girtin, ji ber ku bûyera ku mexdurê jiyaye, tenduristiya ruhê wê xera bûye û hat gotin ku tecawizkar di îfadeya xwe ya yekemîn de tecawiz qebûlkirin. Dozger di îdianameya xwe de got divê sûc di çarçoveya îstîsmarê de bê nirxandin û heta 15 salan ceza xwest.
Şîpal ku di danişînê berê de parastina xwe kir de wiha gotibû: “Ez sûcdariyan qebûl nakim. Ji ber ku ez ji cendermeyan tirsiyam min sûc qebûl kir. Ez wê rojê li şûna birayê xwe yê ku li înşatê nobedarî digirt, çibûm.
Heyeta dadgehê di danişîna îro de biryar da ku ji ber Şîpal sûcê îstîsmarê kiriye bi 15 sal ceza bê cezakirin. Dadgehê jî da zanîn tenduristiya ruhê mexdurê xerabûye û ceza derxist 18 salan. Lê dadgehê bi îdiaya ku sabikaya tecawizkar tuneye ceza daxist 15 salan.