Di doza tecawiza komî ya Hindistanê de biryara darvekirinê hat dayîn

Di doza tecawiza komî ya Hindistanê de biryara darvekirinê hat dayîn

Li Hîndistanê ji bo 4 kesên tecawizê xwendekara 23 salî kirin, cezayê darvekirinê hat dayîn.

Di doza tecawiza komî ya Hîndistanê de biryar hat dayîn. Heyeta dadgehê li 4 kesan cezayê darvekirinê birî.

Di meha qanûna sala borî de xwendekara jin ya 23 salî ku dema bi hevalê xwe yê mêr re ji sînemeyê derket û di otobusê de rastî tecawiza komî hatibû, piştre avêtibûn derve. Jina 23 salî li Sîngapurê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.

Bûyera tecawiza komî li Hîndistanê deng da û bi dehezaran kesî  ji bo tecawiza komî protesto bike, çalakî pêk anîbûn.

Malbata xwendekara 23 salî daxwaz kiribû ku cezayê darvekirinê li bersucan bê birîn. Bavê jina ciwan, diyar kir ku ew ji biyarê gelek kêfxweş bûne û got edelet pêk hatiye.

Kesên li ber dadgehê dipan, biryar bi çepikan pêşwazîkirin.