Di doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê de roja biryarê
Di doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê de roja biryarê
Di doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê de roja biryarê
6’emîn danişîna doza KCK’ê ya sereke a Stenbolê di roja 7’emîn de didome. Danişîna bi parastina girtiyên siyasî didome, tê payîn ku îro biryara wê bê dayîn.
Doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê ku 97 jê girtî 205 siyasetmedar û aktîvstên mafê mirovan tên darizandin li 15’emîn Dadgeha Cezaya giran a Stenbolê li destpê kir. Hevserokê BDP’ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul û gelek xizmên girtiyan tevli bûn. Gelek xizmên girtiyan bi hinceta ku cih nîne negirtin salonê.
Di danişînê de di nava de Prof Dr. Buşra Ersanli jî heye 17 kesên ne girtî tên darizandin jî amade bûn.
Di danişînê de derbasî îkameya delîlan ya hevserokê BDP’a Umraniyeyê Erman Ergîn bûn. Îkameya nêzî saetekê berdewam kir, serokê dadgehê û dadgerên endam daneyên dîjîtal û hinek nivîsên li mala Ergîn hatibûn dîtin pirsîn. Destpêkê ji Ergîn ‘rapora xwerexnedayînê’ ya li mala wî hatiye dîtin hat pirsîn. Serokê Dadgehê Alî Alçik got: “Bitaybet endamên rêxistinê vê rêbaza xwerexnedayînê bikartîne. Gelo ev bi we re jî kevneşopiyeke? Dema ji partiyê tê îstîfakirin daxwaznameyek tê nivîsin. Lê min armanca vê fêm nekir.” Ergîn da zanîn ku rapor aydê wî ye dema ji hevserokatiyê îstîfa kiriye, nivîsiye û got ji bo bi hevalên xwe yên rêveber re jî parve bike ev nivîsye.
Piştre serokê dadgehê Ergîn raporek din jî pirsî. Piştî îkameya delîlan parêzer Sînan Zîncîr mafê axaftinê girt û got: “Birêz serok un li vir der barê mahremiyeta partiyekê de pirsan dipirsin. Hemûyî vê îdianameyê faliyetên BDP’ê ne. Dibe ku ji ber vê van pirsan dipirsin. Lê ev pirs der barê mahremiyeta partiyê de ne. Mînak we rapora ‘xwerexnedayînê’ pirsî. Ev di hemû partiyên çepgir de kevneşopiyeke. Di BDP’ê de jî ev kevneşopiyeke”
Piştî vê derbasî prastina hevserokê BDP’a Bahçelîevlerê Faruk Tur.