Di doza parêzeran de rûniştina 6.

Di doza parêzeran de rûniştina 6.

6. rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 16 jê girtî û bi giştî 50 kes tê de tên darizandin li 16. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. 

6. rûniştina doza 'Komîteya Rêbertiyê ya KCK'ê' de, 16 jê girtî 50 kesên di operasyona li dijî parêzerên Ocalan de hatin binçavkirin tên darizandin, li 16. Dadgeha Cezayên a Stenbolê ya li Giran li Girtîgeha Ceza Înfaz a Sîlîvrî destpê kir. 

Di rûniştinê de parlementerê Şirnexê Hasip Kaplan, ji baroyên Parîs, London, Berlîn, Yekitiya Baroyên Boruyên Fransa û Komeleya Hiqûqnasên Demokrat ên Ewropayê nêzî 30 parêzerên weke temaşevan beşdar bûn.

Di rûniştinê de hemû parêzerên girtî û Şaredarê Wanê Prz. Bekir Kaya jî di navde 9 parêzerên serbest tev li rûniştinê bûn. 

Rûniştin bi parastina parêzer Mehmet Sani Kizilkaya yê girtî destpê kir. Kizilkaya bi parastina xwe ya ku bi rêya wergêrê kurdî kirî de wiha got: “Ez Kurdim. Ji bo min du gel hene. Yek zalim yek jî bê gunehin. Cihê min di nav gelê bê guneh deye. Ji ber vê yekê ez hem Ermenî me, hem Elewiyîm, Êzîdî û Filistîni me. Heya roja îro me ji bo wekhevî û azadiyê tekoşîn kir. Me ev bi biryar anîn ziman. Lê bedelê vê ji me re hat dayîn, girtîgeh û zîndan bû.”

Rûniştin bi parastina Kizilkaya dewam dike.