Di doza Kobanê de îfadeyên şahidên veşartî hatin pûçkirin

Parêzer Berdan Acun da xuyakirin ku îfadeyên şahidên veşartî û vekirî yên di Doza Kobanê de hatine dayîn, "ji şîroveyên razber û şexsî pêk tên" û got, "Gelek caran ev îfade hatine pûçkirin.”

Rûniştina yekemîn a danişîna 43’yan a doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 kes tên darizandin li 22. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Kampusa Sîncanê hat dîtin. Siyasetmedara girtî Meryem Adîbellî beşdarî danişînê bû, siyasetmedarên din bi hincetên cuda tevlî danişînê nebûn. Parêzerên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û gelek temaşevan li salonê amade bûn.

‘ÎDIAYÊN ŞAHID HATIN PÛÇKIRIN'

Danişîn bi parastina parêzerê Adîbellî, Berdan Acun berdewam kir. Acun bal kişand ser nakokiyên di îfadeyên şahidên nepen/vekirî yên der barê Adîbellî de îfade dane. Acun diyar kir ku di îfadeyan de tenê pênaseya kadro hatiye gotin û der barê bûyerên Kobanê de agahiyên zelal tunene û wiha axivî: "Hemû îfadeyên şahidan bi şîroveyên şexsî tijî ne û ne hiqûqî ne. Ev îfadeyên şahidan gelek caran hatine pûçkirin in."

DAXWAZA TEHLIYEKIRINÊ

Acun bal kişand ser nirxandina dozgeriyê ya der barê Adîbellî de û wiha got: “Di sala 2013’an de beşdarbûna muwekîla min a civîneke li Hewlêrê bû mijara tawanbariyê. Xebatên jinan ên li Hewlêrê divê bi tu awayî derqanûnî neyên dîtin. Di xebatên jinan de cih girtiye. Ew bi qanûnî û bi pasaporta xwe beşdarî civînên li wir bû û ev yek tenê ji bo armancên dîplomatîk bû. Her wiha hemû nûnerên partiyên siyasî beşdarî civînên wiha dibin. Yek delîlek jî tune ye ku muwekîlê sûcên ku têne sûcdar kirin. 3 sal in girtî ye. Daxuyaniyên ku li dijî hiqûqê ne û li gorî delîlên madî ne, her tim weke hincetên berdewamiya binçavkirinê tên dîtin. Muwekîla min jî wekî Mesut Bagcik ê ku berê hatibû berdan e.” Acun daxwaza berdana Adîbellî kir.

Di rûniştina piştî parastina Acun de piştî nîv saetê navberê, serokê dadgehê biryar da ku daxwaza berdana Adîbellî paşê bênirxandin û di rûniştina pêş de jî bi parastina siyasetmedarê girtî Nazmî Gur bidome û danişîn taloqî sibê saet 10.00’an kir.