Di doza DÎAYDER’ê de 3 kes hatin berdan, rûniştin hate taloqkirin

Rûniştina doza derbarê endamên DÎAYDER’ê yên ku bi hinceta bi Kurdî weaz û xutbe dane, hate kirin. 3 kes hatine berdan û rûniştin taloqî 26’ê Hezîranê hate kirin.

Rûniştina 4’emîn a doza meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Alimên Oldar (DÎAYDER) ku ji ber xutbeya Kurdî xwendibûn û weazên kurdî dabûn, tên darizandin hat lidarxistin. Danişîna ku 4 jê girtî 23 endamên DÎAYDER’ê tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 14’emîn hat lidarxistin.

Serokê Komeleyê Ekrem Baran, endamên komeleyê Hafît Tunç, Alî Fuat Hatîp û Mehmet Emîn Aslan ên girtî dihatin darizandin bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê tev li danişînê bûn. Her wiha meleyên nehatine girtin û parêzer jî amade bûn. 

 Mele Ekrem Baran di rûniştinê de axivî û diyar kir ku nêzî salekê ye ew tên darizandin û bertek nîşanî darizandinê da. Parêzer jî axivîn û bal kişandin ser rewşa girtina dirêj a miwekîlên xwe û xwestin miwekîlên wan bên berdan. 

Piştre dozger axivî û xwestin kêmasiyên di dosyeyê de hene bên temamkirin. Şandeya dadgehê jî daxwaza parêzeran û meleyan nirxand û biryara berdana Tunç, Hatîp û Aslan bi şertê qedexeya derketina derve û ji mehê carek biçin qereqolê îmze bidin da. Dadgehê rûniştin taloqî 26’ê Hezîranê kir.