Di dibistanên li Amedê de tedbîrên êrîşa kîmyewî

Di dibistanên li Amedê de tedbîrên êrîşa kîmyewî

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ya Serokwezaretiyê bi giştînameyekê rêveberiyên dibistanan di mijara tedbîrên li hemberî êrîşa kîmyewî de hişyar kir û xwest, di vî warî de xwendekar bên agahdarkirin.

Di nivîsa Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Bajarê Amedê ya ji bo hemû dibistanên taybet û fermî yên 17 navçeyan de, giştînameya 6'ê Îlona 2013'an a Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ya Serokwezaretiyê hat bibîrxistin. Di nivîsê de, di çarçoveya rewşa jeopolîtîk a Tirkiyê û rewşa heyî ya Sûriyê de wiha tê gotin:

"Divê hemû muduriyetên sazî/dibistanên fermî û taybet, tedbîrên di fermana pêwendîdar a A de bigirin, planên xwe yên parastina sivîl di ber çavan re derbas bikin, ji bo tedarikkirina kêmasiyan planê nû bikin, bi taybetî beşa fermanê ya parastinê û stargehan ji bo bikaranînê werin amadekirin, muduriyetên sazî/dibistanên xwedî planan nînin planekê amade bikin, agahiyên navendên rêveberiyên rewşa lezgîn û afetê û saziyên din ên pêwendîdar di ber çavan re derbas bikin."

Muduriyeta Perwerdeyê ya Millî di heman rojê de vê carê nivîseke nû ya bi sernavê "Êrîşa kîmyewî û tedbîrên ewlekariyê" ji hemû dibistanên li 17 navçeyan şand. Di vê nivîsê de jî hat gotin, "Di çarçoveya rewşa jeopolîtîka a welatê me de, em ji we reica dikin ku broşurên "êrîşa kîmyewî û tedbîrên ewlekariyê" ji şûbeya parastina sîvil a muduriyeta me bi lezgînî peyda bikin, van broşuran li sazî/dibistanên taybet û fermî yên navçeya xwe belav bikin û di destpêka serdema perwerdeyê ya 2013-2014'an de hemû xwendekar û personelên dibistanan di vî warî de agahdar bikin."