Di dibistanên Kurdî de gava dîrokî hat avêtin

Di dibistanên Kurdî de gava dîrokî hat avêtin

Li Kurdistanê ku ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê dibistanên dewletê hatin boykotkirin, ji bo dibistanên Kurdî yên alternatîf gava destpêkê ya dîrokî hat avêtin. Li Cizîrê Dibistana Seretayî ya Bêrîvan, li Amed û Geverê li Dibistanên Seretayî yên Dayika Uveyş, zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayikê ketin dersan.

Li Bakurê Kurdistanê, di têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê de gava destpêkê ya dîrokî hat avêtin û li hemberî dibistanê asîmîlasyonkar ên dewleta Tirk, dibistanên alternatîf ên Kurdî hatin vekirin.

Bi mîlyonan zarokên Kurd dibistanên dewletê boykot kirin û bi coşeke mezin dibistanên destpêkê yên alternatîf ên bi zimanê Kurdî li Cizîr, Peyas a Amedê û navçeya Colemêrg Geverê vekirin.

BI DIBISTANA SERETAYÎ YA BÊRÎVAN A LI CIZÎRÊ GAVA DESTPÊKÊ YA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ HAT AVÊTIN

Li Cizîrê îro ne ji bo dibistanên dewletê, ji bo dibistanên Kurdî zingilê dibistanê lêda.

Bi hezaran kesên zarokên xwen neşandin dibistanên dewletê, destpêkê li ber Şaxa Cizîrê ya Kurdî-Derê meşiyan ber Midûriyeta Perwerdehiyê. Di meşê de parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz, hevserok û rêveberên DBP û HDP’ê, hevşaredarên Cizîrê, rêveberê KCD, KESK, Egîtîm-Sen, Maper, Goş-der, Meya-Der, Kurdî-Der, Tuhad-Der, Oldarên Botanê, Dayikê Aştiyê, Baro, Ses, DOKH û NÇM’ê tevli bûn.

Li ber Midûriyeta Perwerdê daxuyaniyek hat dayîn û li ser navê girseyê rêveberê Kurdî-Der yê Cizîrê Abdurrahman Aşkin axivî û got qedexekirina zimanekî tê wateya qedexekirina gelekî û got ziman nasnameya gelane, gelê ku zimanê xwe wenda bike, çand û rûmeta xwe jî wend adike. Aşkin daxwaz kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û got ji ber vê yekê dibistanan boykot dikin.

Piştî daxuyaniyê girse meşiya Taxa Nur. Li wir dibistana Seretayî ya Berîvan hat vekirin. hevşaredar Leyla Îmret axivî û got: “Êdî dibistanên me hene. Zarokên me dê li vir bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Divê em xwedî li dibistanên xwe derkevin. Bila ser xêrê be.

Faysal Sariyildiz jî da zanîn ku ev dibistan di encama têkoşîna gelê Kurd de hatiye qezenckirin. 

Piştî axaftinê dibistan hat vekirin û xwendekar li polê xwe geriyan.

QÛRDELEYA VEKIRINÊ YA LI AMEDÊ JI ALIYÊ XWENDEKARAN VE HAT BIRÎN

Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, ku wê yekemcar li Amedê perwerdeya bi zimanê Kurdî bide, hat vekirin. Beriya merasîma vekirinê, girseya gel bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê meşek lidar xist.

Bi sedan kesên li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn hatin cem hev, ji vir ber bi Qeymeqamiya Baglarê ve meşiyan. Di meşê de li gel gelek xwendekarên dibistan boykot kirin, malbatên wan, rêveberên DBP, KURDÎ-DER, Egîtîm Sen, KCD û Rêxistinên Civakî yên Sivîl amade bûn.

Di meşê de li gel hilgirtina pankartan dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye" hat qîrîn.

Li dû meşa li ber Qeymeqamiya Baglarê bi dawî bû de Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn daxuyaniyek da çapemeniyê. Gultekîn da xuyakirin ku êdî gelê Kurd wê înkara li ser zimanê dayikê qebûl neke û bang li gel kir ku zarokên xwe bişîne dibistanên alternatîf ên Kurdî.

Li dû Gultekîn rêvebera Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Sakîne Esen Yilmaz jî nêzîkatiya dewleta Tirk a li perwerdeya bi zimanê dayikê rexne kir û got, "Eger bersiv ji daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê re neyê dayîn, bi dersên hilbijartî yên mîna henekê xwe bi vê daxwazê dikin bersiv were dayîn, wê gelê Kurd jî dibistanên xwe bi xwe çêbike."

Li dû daxuyaniyê bi sedan kesî, ber bi Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Baglarê ku îro dest bi perwerdeyê dike, meşiyan.

Piştî meşa ku bi dirûşman li hewşa dibistanê bi dawî bû, qûrbeleya vekirina dibistana bi Kurdî perwerdeyê bide, ji aliyê zarokên wê li dibistanê perwerdeyê bibînin ve, ku unîformayên taybet ên ji bo dibistanê li xwe kiribûn, hat birîn.

Piştî merasîma vekirinê zarok derbasî sinifan bûn û dest bi dersa xwe ya yekemîn a bi Kurdî kirin.

LI GEVERÊ DIBISTANA SERETAYÎ YA DAYIKA UVEYŞ

Dibistana bi Kurdî ya li Geverê bi meş û merasîmekê hat vekirin.

Di merasîma vekirinê de Hevşaredarên Geverê, rêveberên DBP'ê yên Navçeyê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Nûnerên Egîtîm Senê yên Geverê, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl, rêveberên Kurdî-Der û gelek kesên din amade bûn.

Gelek kesên li Xaçerêya Girtîgeha Berê ya li Kolana Cengîz Topel hatin cem hev, heta Midûriyeta Perwerdeya Milî bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dest bi meşê kirin.

Ji nûnerên Kurdî-Der ê Geverê Denîz Bulbîn li vir axivî û got, "Em xwedî li zimanê xwe ye dayikê ku mafê me yê herî xwezayî ye derdikevin. Em ê îro dibistana xwe ya bi zimanê Kurdî perwerdeyê bide 'Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş vekin. Li tevahiya gelê me pîroz be."

Girseya gel piştî daxuyaniya çapemeniyê, li ber Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a li Taxa Esenyûrtê hatin cem hev.

Dibistan ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat vekirin. Hat ragihandin ku dê û bavê zarokan di roja destpêkê ya perwerdeyê de li cem zarokan bûn.

Li dibistana ji 4 dersxaneyan 100 xwendekar wê perwerdeyê bibînin.

YA JI DADGERIYA TIRK DIHAT PAYÎN: LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN

Di vê navberê de, dadgeriya Tirk jî ya jê dihat payîn pêk anî û der heqê dibistanên bi zimanê Kurdî de lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der heqê Dibistana bi zimanê Kurdî de lêpirsîn da destpêkirin. Hat diyarkirin ku dozgerî di çarçoveya xalên TCK ên "bê destûr saziya perwerdeyê vekirine", "li ser navê rêxistinê sûc kirine" lêpirsînê dimeşîne.