Di derbarê 17 ESP’iyan de daxwaza girtinê
Di derbarê 17 ESP’iyan de daxwaza girtinê
Di derbarê 17 ESP’iyan de daxwaza girtinê
Ji 34 kesên ku di çarçoveya operasyona li dijî ESP’ê hatibûn binçavkirin û veguhestibûn edliyeyê, 17 jê bidaxwaza girtinê veguhestin dadgehê.
34 kesên ku di çarçoveya operasyona li dijî ESP’ê hatibûn binçavkirin û vê sibehê veguhestin Edliyeya Stenbolê a li Çaglayanê. Ji 34 kesên ku îfadeyên wan li dozgeriyê xilas bûn, 17 kes bidaxwaza girtinê şandin dadgehê, 17 kes jî serbest berdan.
Navê kesên ku bidaxwaza girtinê veguhestin dadgehê wiha ne: “Endama MYK’a ESP’ê Beycan Taşkiran, Okan Danaci, Çagri Aydogan, Mehmet Kara, Ergun Uzum, Îmran Aydin, Ugur Polat, Mehmet Tunç, Yavsew Salci, Emre Kaya, Sitki Gungor, Cemal Çakmak, Çagdaş Kaplan, Emek Ulaş Suna, Ergin Elman, Şahîn Yeşilirmak û Yûsûf Nar.”
Duh jî ji binçavkiriyên ku di heman çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin, 18 kes bi îdiaya “Endamên rêxistinê ne” hatibûn girtin.