Di danişîna doza KCK’ê de piştgiriya bo boykotê

Di danişîna doza KCK’ê de piştgiriya bo boykotê

6’emîn danişîna doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê bi piştgiya boykota dibistanan dest pê kir.

Doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê ku 97 jê girtî bi giştî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin di roja 5’emîn de berdewam kir.

Danişîna li 15’emîn Dadgeha Cezaya giran a Stenbolê ya li dijî Saziyên Înfaza cezayê Sîlîvriyê tê ditin, 91 girtî tevli bû û ji yên berdayî jî 3 kes tevli bûn. Parastina saymanên BDP’a Stenbolê Cafer Selçuk berdewam kir. Selçûk beriya dest bi parastina xwe bike balkişand ser boykota dibistanan a bi pêşengiya TZP-Kurdî hatiye destpêkirin û got: “’İro li Tirkiyeyê sala nû ya perwerdê dest pê dike. Lê zarokên kurd dîsa bi polîtîkaya asîmîlasyonê re rû bi rû ne. Ji ber vê jî em piştgiriyê didin boykota ku TZP-Kurdî daye destpêkirin.

Selçuk balkişand ser şahidê veşarî yê di îdinameyê de gotiye tevli civînên KCK’ê bûye û got: “Ez neketime tu civîneke îlegal. Ji xwe hemû civînên tê gotin îllegale, ne îllegael. Em jî wek partiyên din civînên legal pêk tînin. Ez ji HADEP’ê heta BDP’ê di nava siyasetê de me. Hemû xebat yên qanûnî û demokratîkin.” Danişîn bi parastina Selçuk didome.