Di cinayeta Samatya de gotina, ‘derûniya min xerabe ye’ negirt

Di cinayeta Samatya de gotina, ‘derûniya min xerabe ye’ negirt

Cara duyemîn ji aliyê Saziya Tiba Edlî hat îspatkirin ku pirsgirêkên derûnî yên Murat Nazaryan ê Marîtsa Kuçuk a Ermenî ya 85 salî qetil kir nînin.

Di rapora duyemîn a 29.08.2014 a ANF xwe gihandiyê de mîna di rapora duyemîn de tê destnîşankirin ku nexweşiyeke derûnî ya bersûc Nazaryan a bandorê li ser berpirsiyartiya cezaî bike tune ye û tê diyarkirin ku bersûc bi hîsên cinawirî an jî bi eziyetkirinê sûcê kuştinê kiriye berpirsiyartiya wî ya cezaî tam e.

Tevî îdîayên bersûcê qetilkirina Marîtsa Kuçuk a 85 salî Murat Nazaryan cara duyemîn ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hat diyarkirin ku derûniya Nazaryan ne xerab e. Marîtsa Kuçuk a 85 salî û bi eslê xwe Ermenî bi awayekî hovîtî bi 12 derbên kêrê hatibû qetilkirin.  Li gor rapora 24’ê Çileya 2012’an a ji aliyê Daîreya Îhtîsas a Çavdêriyê ya Tiba Edlî ve der barê bersûc Murat Nazaryan ê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a bi cezayê muebbetê tê darizandin.  Nazaryan tevî rapora saziyê jî careke din diyar kiribû ku pirsgirêkên wî yên derûnî hene, ji aliyê doktorekî ve 6 mehan hatiye tedawîkirin û pirsgirêkên wî yên jibîrkirinê hene. Li ser vê yekê dadgehê ji Saziya Tiba Edlî xwestibû têkildarî rewşa derûnî ya Nazaryan lêkolîn bê kirin û raporek bê amadekirin.